Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin 2024-11-05 14:25:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Dosyaya rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin ku derheqê wê de biryara îdamê hatibû dayin, ji Dadgeha Bilind re hate şandin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA); dosyaya rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî ku ji bo înfazkirina biryara darvekirinê 18 roj in li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ji Dadgeha Bilind re hate şandin.    Ev 120 roj in destûr nayê dayin Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ya bi serokatiya dadger Îman Afsharî di 23’yê tîrmeha 2024’an de cezayê darvekirinê da parastvana mafên jinan a ji bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê, pispora xizmetên civakî û rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî.