Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in 2024-11-05 14:26:48 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û ji parlamenterên AKP’ê re got: “Hûn wek desthilatdariyek darbekar di nav dîrokê de cih digirin.”    Bûdçeya sala 2025’an a Wezareta Ciwan û Sporê ya li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê bi protestokirina qeyûman berdewam dike. Parlamenterên DEM Partiyê û CHP’ê di civînê de tayînkirina qeyûman protesto kirin.    NARAZÎBÛN NÎŞANÎ QEYÛMAN DA   Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê ya DEM Partiyê Sarûhan Olûç destnîşan kir ku 8 sal in qeyûm tayînî ser şaredariyên wan tên kirin û wiha got: “Gelek serdemên awarte û tarî li Tirkiyeyê hene. Yek ji van serdeman jî serdema desthilatdariya AKP’ê ye. Wê desthilatdariya we wek desthilatdariya qeyûmkar di dîrokê de cih bigire. Gelo hûn hindikek jî şerm nakin? Şerma we tune ye. Ev qeyûm we hindikek jî nade fikirandin.”   Olûç axaftina xwe ya li dijî qeyûm û parlamenterên AKP’ê wiha domand: "Ev 8 sal in hûn qeyûman tayîn dikin. Gelo feydek polîtîk a van qeyûman li we bûye? Naxêr. We di 2016’an de qeyûm tayîn kirin, me di 2019’an de hemû şaredariyên xwe dîsa ji we girt. We dîsa qeyûm tayînî ser şaredariyên me kir. Me îsal dîsa 78 şaredariyên xwe bi paş ve girt. Yanî tu feydeya polîtîk li we nabe. Feydeya wê li tu kesî nabe. Ev deqek reş e û li eniya we ye. Hûn bi awayek eşkere darbeyê li demokrasiyê dikin. Hûn wek desthilatdariyek darbekar di nav dîrokê de cih digirin. Hûn darbeyê li îradeya gel dikin. Ev dizekiya siyasî ye. Hûn dabeşkariyê dikin. Hûn wek desthilatdariyek dabeşkar di dîrokê de cih digirin.”    Piştî axaftina Olûç parlamenterên DEM Partiyê ji komîsyonê derketin û tayînkirina qeyûman protesto kirin.