Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan 2024-11-06 07:53:22 ÊLIH - Li Êlihê di berxwedana li dijî qeyûm de ji kesên hatine binçavkiriyan 29 kes hatin berdan.  Li Êlihê nerazîbûn û berxwedana li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hatiye kirin, berdewam dikin. Polîs bê ser û ber bi ava şid  û guleyên plastîkên êrişî çalakgeran dike. Di êrişên pêr û duh de gelek kes bi rêbazên îşkencekirinê hatin binçavkirin.  Duh jî nûçegihana JinNewsê Pelşîn Çetînkaya û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren jî di nav de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.    Ji dehan kesên hatin binçavkirin 29 kes piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.    Navê kesên ji binçavan hatin berdan wiha ne: “Yavuz Çelîk, Hacîre Oz, S.Ş. (zarok), M.A. (zarok), Muzaffer Yildirim, D.D. (zarok), Hakki (paşnav nayê zanîn), S.K. (zarok), V.T. (zarok), Muhammet Mustafa Gun, Salîh Tekîn, Adem Tufan, Muhsîne Bariş, Elîda Koç, Mehmet Salîh Bayindir, Namet (paşnav nayê zanîn), Mehmet Can Bariş, Cemîl Ozdemîr, Tacettîn Sevaci, Tahîr Talayhan, Adil Ozalp, Ilmiye Sonuk, Gulşen Kornaz, Feyzullah Çeber, Hacîre Çelîk, Mehmet Yîgît, Alatîn Aktaş, Hamza Gok, Çîgdem Demîr Sevîm.”   Li aliyê din welatiyê bi navê Ferhat Sumu hat girtin. Her wiha hat diyarkirin ku hejmara binçavkiriyan nehatiye zelal kirin.