ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-06 09:00:11   * Birayê mezin ê Ferhat Tufencî yê tevî 3 girtiyan li Girtîgeha Sîncanê li dijî binpêkirina mafan 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, Fatîh Tufencî, diyar kir ku ew ji jiyana girtiyên ku her diçe zihîf dibin bi fikar in.   * Gulistan Al a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî ye, diyar kir ku rastî taciz û heqaretên devkî yên cendirmeyên li klûbeyên nobedê dimînin.   * Hunermend Orhan Aydin diyar kir ku divê tu kes li hember tayînkirina qeyiman bêdeng nemîne û got: "Me helwesta gelê Wanê ya li dijî qeyim, bi berxwedanê silav kiribû. Divê heman tişt bên kirin."    * Li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyî dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (10.00-22.00)   * Şaxên ÎHD’ê dê têkildarî qeyûman ji Wezareta Karên Hundir re nameyan bişînin. (11.00)    * Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê dê li Odeya Endezyaran a Amedê avakirina xwe ragihîne. (11.30)   * Mihrîcana Şanoya Jinan a Amedê dê di roja duyemîn de bi gotûbêja nivîskar Sureyya Karacabey bidome. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li çalakiya li pêşiya Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin. (13.00) ZINDÎ   * Tora Xebatên Zarokan a Amedê dê têkildarî danişîna doza Narîn Guranê ku dê sibe li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran bê lidarxistin, li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide. (17.30)