Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin 2024-11-06 09:46:29   RIHA - Polîsan li Hewagê bi ser malên 2 welatiyan de girtin. Kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hebûn li malê nebûn û polîsan bavên wan binçav kirin.    Di çarçoveya îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “muqawemeta li dijî polîsan” de li Riha û navçeyên wê Hewag, Curnê Reş û Wêranşarê derheqê herî kêm 8 kesan de biryara binçavkirinê hate dayin. Li Hewagê polîsan bi ser malên 2 welatiyan de girtin. Her du welatî li malê nebûn û li ser vê yekê bavên wan Davut Çakmak û Yûsûf Arslan hatin derbkirin û binçavkirin. Biryara binçavkirinê ya her du welatiyan jî tune ye û nayê zanîn ka polîsan ew bi ku de birine. Li Hewagê bi ser gelek malên din de jî hate girtin û endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Burçîn Satici, Azîz Çetîntaş û Kerem Bîlgen hatin binçavkirin.    DI DEMA SERDEGIRTINAN DE WELATÎ HATIN DERBKIRIN    Di serdegirtinên malan ên li Curnê Reş de ciwanê bi navê Mahmût Demîr hate binçavkirin. Polîsên bi ser mala Demîr de girtin, derî û pacên malê şikandin. Parêzerê Demîr hate cihê bûyerê û xwest tiştên hatine kirin bi telefona xwe bikişîne û qeyd bike lê hate astengkirin. Polîsan nehiştin Demîr cilên xwe li xwe bike û destên wî kelemçe kirin. Polîsan nehiştin parêzer bikeve hundrê malê û tev li lêgerînê bibe. Parêzerê Demîr bertek nîşanî astengkirinê da û got ku dê giliyê polîsan bike. Hat zanîn ku xizmên Demîr ên di dema serdegirtinê de li malê bûn jî hatine derbkirin. Hat diyarkirin ku polîsan çêrên zayendî li jinên di malê de bûn kirine.    Di serdegirtinên malan ên li Wêranşarê de jî rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Serhat Topkan, li navçeya Eyyubiyeyê jî welatiyê bi navê Yilmaz Bîrgul hate binçavkirin.