Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye 2024-11-06 13:34:24 RIHA - Hevserok û nûnerên partiyên siyasî li Xelfetiyê di çalakiya dijî qeyûm de axivîn û banga berxwedana li dijî qeyûman li her kesî kirin û ev peyam dan: "Qeyûm ne çareserî ye, çareserî li Îmraliyê ye."  Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê protestokirina tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îbrahîm Kuçukbalaban, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, serok û nûnerên EHP, TOP, TÎP, EMEP, SMF, SYKP, SODAP, KKP, PÎA, Partiya Şoreşger, ESP, ÎHD, Federasyona Alevî Bektaşî, KESK’ê di nav de ji bo şermezarkirina qeyûm hatin navçeyê û li ber şaredariyê daxuyanî dan. Heta ber şaredariyê meş hat lidarxistin û di meşê de dirûşm hatin berzkirin.    BEŞTAŞ: AKP DARBEKAR E    Di daxuyaniyê de ewilî Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê bi hev re darazê bi rê ve dibin. Xebatên hevserokên me tên krîmînalîzekirin. Kes sûc nake, desteserkirina îradeya gel heye. Me ev darbe qebûl nekir, em ê ji niha şûn ve qet nekin. Li vir jî berxwedaneke mezin heye, em berxwedana we silav dikin. Roja hilbijartinê zextan kirin lê dîsa jî têk çûn. Ev der warê birêz Ocalan e. Li aliyekî bangan dikin li aliyekî jî cezayên disiplînê li Ocalan tê birîn. Em bangan naxwazin gavan biavêjin. Şert û mercên wî yên azadiyê biafirînin. Bi tecrîd û êrişên li ser siyaseta demokratîk hûn nikarin bigihîjin tu cihî. Hûn darbekar in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”    BAKIRHAN: HEKE HÛN ÇARESERIYÊ DIXWAZIN WA ÎMRALI LI WIR E    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan: Me gelek caran diyar kir ku em bi desthilatdariyeke înkarker re rû bi rû ne. Dibêjin kurd nikarin zimanê xwe hilbijêrin û nikarin biaxivin. Heke îradeya kurdan têxin girtîgehê, em ji Xelfetiyê ji  desthilatdariyê dipirsin; Gelo divê Kurd çi bikin? Li Kurdistanê hiqûqek û qanûnek cuda heye li rojavayê Tirkiyeyê hiqûq û qanûnek cuda heye û tê pêkanîn. Kurd edaletê dixwazin. Yên diyalogê naxwazin ew in, ew qeyûm tayînî Xelfetî, Êlih û Mêrdînê kirin. Em bi sextekariyeke cidî re rû bi rû ne. Em weke gelên bindest, kedkar, ciwan û jin vê hikûmeta ku vîna me desteser kiriye hişyar dikin. Ev rê wê Tirkiyeyê nehêle tu derê. Bi vî awayî vegere. Xelkê Xelfetiyê kê bijartin bila ew navçeyê bi rê ve bibe. Kurd êdî ji we bawer nakin. Zîhniyeteke we heye ku dema hûn di tengasiyê de bin serî li pêbaweran dide, xwe bi qanûnê ve girê dide û darazê jî wekî darekê-şivekî li ser me bikar tîne. Kurd demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ev îmtîhan îmtîhana we ye. Heke hûn bibêjin çareserî kurd li vir in, Îmralî jî li wir e. Heke hûn aştiyê dixwazin, dev ji tayînkirina qeyûman berdin.   Parlamenterê me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan bal kişandiye ser girîngiya Xelfetiyê. Heta ku ev biryar bi paş ve bê kişandin, em ê li ber xwe bidin û li ser pêya bin. Em li cihê herî rast in, çimkî em mafdar in û têkoşîna me daxwaza mafdariya xwe dike. Em ê van darbekaran biqewirînin.    HATÎMOGÛLLARI: BI DESTEKÎ DARBE BI DESTEKÎ AŞTÎ NABE    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari: Ev qeyûm darbeya siyasî ye. Em ê bê westan bêjin hûn darbekar in. Qeyûm bi destê qesrê pêk tê. Dixwazin mafê bijartin û hilbijartinê ji holê rakin. Dixwazin sîstema padîşahiyê ava bikin. Bi destekî gotin ‘em pirsgirêka kurd çareser bikin’ bi destekî din jî li ser me darbeyê pêk tînin. Kesên ku aştiyê bixwaze qeyûman tayîn nake. Em îro dengê xwe derxin ku sibê qeyûm neşînin ser şaredariyên din. Ji bilî dijderketina van zaliman wekî din tu rêyek me din nîne. Em ji memleketê birêz Ocalan bang dikin; yên ku tecrîdê rakin hûn in. Em li dijî we û tecrîda we li ber xwe didin. Demildest wê tecrîdê rakin.    OZTURK: EM BIBIN YEK    Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk: Divê her kes, em hemû li dijî qeyûman bibin yek. Em bi ruhê yekbûyî desthilatdariyê û qeyûman biqewirînin.    MERTTURK: EM BI HEV RE LI BER XWE DIDIN    Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk: Me li Kobanê û Geziyê li ber xwe da. Em ê dîsa li ber xwe bidin. Gel dixapînin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û van dîktatoran ji ser textê wan bixînin.    ASLAN: QEYÛMAN BI PAŞ VE BIKIŞÎNIN    Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan: Em ji Xelfetiyê bang dikin; demildest van qeyûman bi paş ve bikişînin û dest ji van pêkanînên xwe hovane berdin. Li dijî van em neçarin ku hêza xwe bikin yek.    TAŞÇI: EM Ê BI SER BIKEVIN    Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi: Yekitiya me heye û em ê li dijî qeyûman bi ser bikevin. Em berxwedana gel silav dikin.   UÇAR: TECRÎDÊ RAKIN    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar: AKP’ê êdî wesfa xwe ya desthilatdarî winda kiriye. Li ber têkçûnê ne. Dixwazin ku gelê kurd teslîmî wan bibin û dest ji îradeya xwe berde. Gelê kurd wê dest ji îradeya xwe û têkoşîna xwe bernede. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye, bila werin Kurdistan3e binêrin ka pirsgirêk heye yan nîne. Rola birêz Ocalan didizin. Bi salane birêz Ocalan ji bo şer nebe têdikoşe. Ewilî tecrîdê rakin, paşê biaxivin. Li şûna ku tecrîdê rakin, qeyûman dişînin ser îradeya gel.    BAYRAM: EM JI TUNEBÛNÊ ÇÊBÛN    Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram: Bila qeyûm destê xwe ji ser Xelfetiyê û Kurdistanê rake. Xelfetî viya qebûl nake. Me bi derziyekî bîrekî kola. Dewletê hemû derfetên xwe li dijî me xist dewrê lê dîsa jî nikaribû me têk bibe. Em ji tunebûnê çêbûn. Me xizmeta gelê xwe kir. We berê jî qeyûm şand lê dîsa em bi ser ketin. Gel viya qebûl nake û ji bîra nake. Mesele ne meseleya Saniye Bayram û Mehmet Karayilan e.   Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç, Hevserokê SYKP Mertcan Tîtîz, Berdevka SODAP’ê Kezban Konukçu, Berdevkê Demê yê SMF’ê Mahîr Gurz, rêvebera ESP’ê Satiye Ok, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Sînan Çîfyurek jî di daxuyaniyê de axivîn û li dijî qeyûman banga têkoşîn û berxwedana li dijî qeyûman kirin.    Piştî axaftinan, şandeyê û welatiyan heta avahiya DEM Partiyê meş li dar xistin.