Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin 2024-11-06 13:38:39   WAN - Sewqkirina girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ji bo ATK’ê hat betalkirin. Hat diyarkirin ku wê raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin.    Abdurrahman Gemîcîgolû yê 67 salî tevî ku ji nexweşiya xwe rewşa wî xedar bû jî di 3’yê cotmehê de li Colemêrgê bi hinceta ku Dadgeha Bilind cezayê wî erê kiriye, hatibû girtin. Niha ew li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin. Tevî ku nexweşiyên wek penceşêra rûviyê stûr, prostat û dil û gelek nexweşiyên din li Gemîcîoglû peyda bûbûn jî lê ji roja hatiye girtin sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Rewşa Gemîcîoglû roja 25’ê cotmehê xera bû û wî rakirina Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Wanê. 12 roj in li beşa nihêrîna awarte ya nexweşxaneyê tedawiya Gemîcîoglû berdewam dike.    DÊ RAPORÊ BIŞÎNIN ATK’Ê    Di çarçoveya raporên bijîşkan de biryar hatibû dayîn ku Gemîcîoglû sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bê kirin. Lê belê ji berk u rewşa Gemîcîoglû xedar e hat zanîn ku wê wî sewqî ATK’ê nekin û tenê raporên hatine wergirtin dê bişînin ATK’ê.    Hat diyarkirin ku ji ber ku hê jî tetkîkên gelek nexweşiyên Gemîcîoglû nehatine wergirtin dê rapora ji bo ATK’ê bê şandin jî dê bi derengî bikeve.    ‘REWŞA BAVÊ MIN RO BI RO XERABIR DIBE’    Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku rewşa bavê wê di astek krîtîk de ye û li bendê ne ku nimûneyên hatine girtin temam bibin û raporê bişînin ATK’ê. Gemîcîoglû anî ziman ku tedawiya bavê wê didome lê belê her roja ku diçe rewşa wî xerabtir dibe û got: “Bavê min di nav nivînan de ye û nikare bi tena serê xwe bijî. Ew nikare ti pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Beriya were girtin, muayeneyên kolonoskopiyê ji ber ku randevu nehat dayîn, nîvco man. Piştî ku hat girtin jî nebirin randevûyê û careke din randevû nikaribû bigire. Ji ber ku tedawiya wî nîvco ma, penceşêra rûviyê stûr dubare bû. Onkolog biyopsiyeke din xwest. Piştî ku ev encam peyda bûn wê rapor ji ATKê re bê şandin. Bavê min bi vî rengî nikare bijî, em daxwaz dikin ku demildest bê berdan.”