ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN 2024-11-07 09:00:23   * Welatiyên wanî bertek nîşanî xespkirina îradeyê dan û ji bo gotina Erdogan a “Muxatabê me birayên me yên kurd in” jî weke navnîşan Îmrali nîşan dan.    * Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabulut û endamê Meclisa Ciwanan a HDK’ê Demîrcan Atakan diyar kirin ku li dijî tayînkirina qeyûman divê li kolanan têkoşîn were pêşxistin.    * Serokê TOD-DER’ê Mûrat Kan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û zemîna çareseriyê bê avakirin.    * Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, got ku ew ê bi tu awayî qeyûman qebûl nekin û xwedî li îradeya xelkê Êlihê derkevin.    * Siyasetmedar Ayla Akat Ata destnîşan kir ku ji hêla siyasetê ve ji her demê bêhtir bihêz in û wiha got: “Qeyûm dê biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe xerab neke û berxwedana xwe bidomîne.”    * Tora Xebatên Zarokan a Amedê dê beriya doza Narîn Guranê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide. (08.30)    * Danişîna ewil a doza têkildarî cînayeta Narîn Guranê dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)    * Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bi çalakî û xwepêşandanan bên protestokirin. (10.00-22.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ