Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin HATE NÛKIRIN 2024-11-07 09:36:41   AMED  - Danişîna ewil a doza Narîn Guranê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê xwest mudaxilî dozê bibe. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got ku nûve hatine tunekirin.    Danişîna yekemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Li edliyeyê tevdîrên ewlehiyê yên zêde hatine girtin û bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn edliyeyê. Her çar bersûc jî ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran tên darizandin.   Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Di heman demê de di hundirê edliyeyê de jî bariyer hatin danîn.    Gelek serokên baroyan û rêxistinên zarok û jinan, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo şopandina danişînê di saetên zû de hatin edliyeyê. Ji ber ku girse zêde bû, li pêşiya edliyeyê gelek kes di rêzê de man.    Rojnameger û parêzer ji bo beşdarî danişînê bibin di rêzê de disekinin. Hinek parêzeran bi gotina “Madem hûn ê tenê serokan bigirin hundir wê demê hûn çima banga tevlibûnê dikin” bertek nîşan dan.    DANIŞÎN DEST PÊ KIR   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûcên girtî ji hêla leşkeran ve anîn eywanê. Bavê Narîn Guranê, Arîf Guran jî di danişînê de amade bû.    TTB'Ê XWEST BEŞDARÎ DOZÊ BIBE   Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan piştî tespîtkirina nasnameyan axivî û xwest ku ew dixwazin ji bo pêvajoya darizandinê sûdewer bin. Sagkan, xwest ew jî mudaxilî dozê bibin û wiha got: “Em dixwazin lêpirsîn bi awayekî adilane bê birêvebirin.” Sagkan, bi bîr xist ku di doza Tahir Elçî de jî daxwaza wan a mudaxilbûnê hatiye qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Heke bi rastî jî parastina mafên mirovan weke peywira TBB’ê hatibe destnîşankirin, wê demê em ê keyfxweş bibin ku hûn destûrê bidin em beşdarî dozê bibin.”    GULEÇ: NÛVE HATIN TUNEKIRIN    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî di danişînê de axivî û wiha got: “Cînayeta Narîn Guranê bi hovane hate kirin û bandoreke giran li ser hesata edaletê ya civakê kir. Weke civak divê em nîqaşan bikin bê ka dê çawa pêşî li qetilkirina zarokên mîna Narînê û jinan bigirin.”    Guleç, wiha domand: “Li gorî qeydên kamerayan, di xebata sttasyona bazê ya tengkirî de, her 4 bersûcên li vê derê li mala Narîn Guranê xuya dikin. Di vê lêpirsînê de hinek kêmasî hene. Ez vê girêdayî vê yekê dikim. Hêzên edlî tune ne, hêzên îdarî hene. Ji destpêka bûyerê ve li ser îxtîmala windabûna Narînê sekinînin. Herî dawî saet di 15.15’ê de winda bûye û îxbar saet di 20.00’ê de hatiye kirin. Anku îxbar 5 saet piştre hatiye kirin. Zarokek 8 salî 5 saetan nayê dîtin û ev yek tiştên cuda tîne bîra mirov. Weke hiqûqnasekî dema min ji ewil bihîstî, min got Narîn hatiye qetilkirin. Min got ‘li gund her kes xizmên hev in û heke zarokek 5 saetan neyê dîtin, wê demê hatiye kuştin. 19 rojan cesedê Narînê nehat tespîtkirin, nekarin cenazeyê wê bibînin. Ji ber ku cenazeyê Narînê hate veşartin, hemû nûve û nûveyên DNA’yê hatin tunekirin. Lewma jî em girîngiyê didin wê tespîta îdianameyê. Li gorî me jî xebatên stasyona bazê girîng in. Civak jî ji ber vê tespîtê dixwaze ku şandeya dadgehê biryareke adilane ku wijdana civakê rehet bike bide.”    PARÊZERÊN BERSÛCAN: NERM NÊZÎ DAXWAZA TEVLIBÛNÊ BIBIN    Parêzerên bersûcan jî îdia kirin ku ji bo ronîkirina cînayetê di nava hewldanan de ne. Parêzeran xwestin ku dadgeh nerm nêzî daxwaza mudaxilbûna dozê bibe û wiha gotin: “Em dixwazin ev hevsengiye were parastin. Li gorî xala 6’emîn a PMME’yê mafê darizandina adilane ya bersûc heye. Divê ji bo vê derfet jê re bê dayin. Em dixwazin ev hevsengî esas were girtin û li dijî daxwaza tevlibûnê ya rêxistinên hiqûqî û baroyan dadgeh hinek nerm nêz bibe.”    BERSÛC BAHTIYAR NEXWEST BÛYERÊ VEBÊJE    Bersûc Nevzat Bahtiyar got; “Roja bûyerê ji bo avê li Salîm (mam) geriyam. Ava me hatibû birîn.” Bahtiyar, bi domdarî got: “Gelo mafê min ê bêdengmayinê heye?” Serokê dadgehê jî got; “Erê.” Dadgehê pirsa “Tu dixwazî bûyerê vebêjî yan na” ji Bahtiyar kir û wî jî got “tune ye.”    Serokê Dadgehê destnîşan kir ku Bahtiyar heta niha du îfade dane û jê pirsî bê ka kîjan jê rast e. Bahtiyar jî got; “Îfadeya min a dawî rast e.” ”