Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne 2024-11-07 11:35:43 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nîqaşên ser pêvajoya nû nirxand û wiha got: “Kerem bikin, vaye em amade ne û li vir in. Birêz Ocalan jî got ku amade ye. Wê demê hûn jî gotinên xwe bicih bînin û taloq nekin.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî mijarên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Dogan, diyar kir ku di hilbijartinan de gel nîşan daye ku qeyûman naxwaze û wiha got: “Lê dîsa qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin. Welat, li gorî Destûra Bingehîn nayê birêve birin.”    Dogan, destnîşan kir ku tevî êrişan jî dê xelk dev ji mafên xwe bernede û wiha domand: “Bi sala ye hûn van rêbazan diceribînin û li benda encamekî ne. Hûn dibêjin qey dê gel dev jê berde. Lê bedela wê çi jî be dê dev jê bernedin. Nabêjin qeyûm, dibêjin demokrasiya herêmî. Nabêjin derbe, dibêjin azadî û ji bo vê mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin. Baş e lê hûn çi dikin? Gel ji piştve kelemçe dikin, zarokan binçav dikin û di bin sedemên dîmenên nexweş. Hem li îradeya gel qeyûm tayîn dikin hem jî dibêjin mafê we yê bijartin û hilbijartinê tune ye.”    BERTEK NÎŞANÎ TUNDIYÊ DA   Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin ‘hûn li ku jî bin dê nekarin hilbijêrin, dê nekarin bên bijartin, hûn nikarin siyaseta demokratîk bikin, heke hûn bibin parlamenter em ê we bigirin, wekîltiya we betal bikin, heke hûn bibin şaredar dê li şûna we memûran tayîn bikin, em ê endamên meclisa we nas nekin, meclisa şaredariyê fesh bikin û nehêlin hûn xwe birêve bibin.’ Hem xesp dikin hem jî nahêlin xelk li dijî vê xespê mafê xwe yên berxwedana demokratîk bi kar bîne. Bi Muameleyeke dij-demokratîk û bi îşkenceyê êrişî gel dikin. Kesên kî ne çi ne nayê zanîn, kumik li serê wan û bi rûpoş, bi awayekî dermirovî welatiyan îşkence dikin, hûn dê van kesan berdin kolanan û weke ku qet tiştekî neqewimî be bêdeng bimînin. Ev bi roja ye em dipirsin, sedema vê tundiya li kolanan çi ye?”   'ÇI FEYDEYÊ WÊ JI BO WELAT BÛ?’    Dogan, wiha domand: “Ma heta niha çi feydeyê qeyûman ji bo Tirkiyeyê bû? Hûn bi nelirêtî, xespkirina îradeyê û derbeyê tên naskirin. Îcar ji bo înkarkirina qeyûm jî dibêjin ‘dûrxistina ji peywirê ya demkî.’ Heta niha we çend hevşaredar dîsa li peywirê vegerandine? Em ê destûrê nedin hûn van şaredariyan pêşkeş bikin.    BANGA BAHÇELÎ GIRÎNG E   Heke em bên ser bangawaziyên Bahçelî. Helwesta DEM Partiyê pir eşkere ye. Em hinek tespîtên Bahçelî girîng dibînin. Banga ji bo birêz Ocalan dike girîng e. Bêguman qebûlkirina muxataban krîtîk e. Her wiha dibêje di teklîfa xwe de biisrar e û ev jî girîng e. Her wiha tespîta ji bo tecrîdê jî girîng e. Weke ku di helwesta DEM Partiyê de nediyariyek hebe nîşan didin. Lê ev rast nîne. DEM Partî dibêje ku em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Raya giştî ya Tirkiyeyê nabihîse û tecrîd didome. Di nava peyama sê rêzikan de gelek peyam hene. Hûn tecrîdê ranakin û şert û mercên birêz Ocalan balê dikişîne ser jî ava nakin.   MA ÎKTÎDAR DEM PARTÎ YE?   Weke DEM Partiyê me got ku em amade ne. KCK’ê daxuyanî da û got; ‘Heke şert û merc bên avakirin em amade ne.’ Lê raya giştî pêşniyarên têkildarî çareseriyê nabihîse. Bi tu awayî daxilî van nîqaşan nayê kirin. Piştre jî dibêjin DEM Partî tişta pêwîst nakin. Ma îktîdar DEM Partî ye? Bloqa îktîdarê bang li kê dike. Kî dikare tecrîdê rake,  îktîdar. Wê demê hûn xwe li benda çi digirin? Hûn çima şert û mercan ava nakin. Vaye em amade ne, li vir in, ji çareserî û guftûgoyê re hene. Gelo dewlet xwedî nêzikatiyeke giştî ye yan na? Dewlet amade ye? Em jixwe amade ne. Birêz Ocalan jî amade ye. Wê demê bi gotina xwe bikin û bi demê re nevehêlin.    HEVSEROKÊ ME BI ZANEBÛN HEDEF NÎŞAN DAN    Serok Tuncer çendek roj berê got; ‘Di tûrê me de aştî heye, guftûgo heye, muzakere heye. Ji bo vê jî bedel hatine dayin, êş, windahî û sirgûn hene. Em dixwazin ev bi dawî bibin.’ Bi rastî jî mîna birêz Bakirhan gotibû, di tûrikê wan de jî qeyûm û lêpirsîn hene. Hewl didin DEM Partiyê bêdeng bikin. Xuyaye ku bi sala ye tiştekî hîn nebûne û di heman polîtîkayan de israr dikin.    Wezareta Karên Hundir derheqê Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan de kirariya qanûnî daye destpêkirin. Pir eşkereye bê ka di vê axaftinê de çi tê gotin. Lê belê axaftina wî hate berevajîkirin. Hinek kes derketine û axaftina birêz Bakirhan bi zanebûn berevajî kirine. Îcar ev kirina wan sûc e. Hevserokê me dibêje ku dê li dijî vê xespê mafê xwe yê protestoyê û berxwedanê biparêzin û têbikoşin.”