Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin 2024-11-07 12:20:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku derheqê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç de “kirariya qanûnî” dane destpêkirin.    Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand k derheqê daxuyaniyên têkildarî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê hatine kirin “kirariya qanûnî” dane destpêkirin.    Wezaretê ragihand ku di vê çarçoveyê de derheqê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç de ji ber axaftin û daxuyaniyên di 4’ê mijdarê de “kirariya qanûnî” hatiye destpêkirin.