Ciwanên di 1’ê îlonê de hatibûn girtin hatin berdan 2024-11-08 15:38:06   STENBOL - Ciwanên di Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hatin binçavkirin û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin, hatin berdan.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xistibû. Di mitîngê de 12 ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û girtin. Ji bo her 12 ciwanan biryara tehliyeyê hate dayin.    Tê payin ku ciwan di nava rojê de ji girtîgehê derkevin.