Hevşaredarên DEM Partiyî: Em ê rê nedin qeyûman 2024-11-09 10:30:52 RIHA - Hevşaredarên DEM Partiyê yên Rihayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin ku ew ê destûrê nedin qeyûm. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Xelfetiyê û Şaredariya Êlihê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, dewam dikin. Çalakî ji 4'ê Mijdarê ve didomin û gel li dijî xespkirina vînê helwesteke bibiryar nîşan dide. Çalakiyên ku di roja 6'emîn de ne, li navçeyên Xelfetî, Wêranşar (Wêranşehîr), Pirsûs, Hewag û Curnê Reş ên Rihayê didomin.   'QEYÛM DIZÎ YE'   Hevşaredara Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgûnê diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê piştî 4’ê Mijdara 2016’an biryar daye ku bi “rejîmeke qeyûmê” Tirkiyeyê bi rê ve bibe û got: “Gel bi çalakiyên cur bi cur nîşan da ku ew ê vê rejîmê qebûl nekin. Hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê di vê çarçoveyê de mînakeke berbiçav in. Qeyûm desteserkirina îradeya gelên Tirkiyeyê ye, xespkirina daxwaza wan a jiyana bi hev re, paşeroja wan û mafê hilbijartinê ye."   Yorgûnê bal kişand ku bi tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê armanc ew e ku çanda "Lihevhatina Bajêr" ji holê bê rakirin û aştiya civakî hedef bê girtin. Yorgûnê got: "Êlih li dijî kuştina jinan û her cure tundiya li ser jinê dest bi tedbîrên pêşîlêgirtinê kiribû û jiyana welatiyan baştir kiribû. Lê rabûn qeyûm tayin kirin. Di demeke wiha de ku pêşketinên girîng çêbûn, lê qeyûm hatin tayînkirin."    Yorgûnê destnîşan kir ku qeyûm êrişa li mafê siyasetê yê jinê ye û got: "Qeyûm derbeyek e li meylên demokratîk û demokrasiyê ye."    Yorgûnê bilêv kir ku gel bi tu awayî qeyûman qebûl nake û got: "Gel bi sindoqan şaredariyê ji we stend, wê nede we."    'EM Ê TIM XIZMETÊ BIKIN'   Hevşaredara Pirsûsê Ayten Kayayê jî diyar kir ku ew ji bo xizmeta gel hatine hilbijartin û got: "Em ê heta kêliya dawî li ser peywira xwe bin, em ji xizmeta ji bo gel tawîz nedin. Em ê şaredariyên xwe biparêzin. Çawa gelê me sindoqên xwe parastin û şaredarên xwe hilbijart, îro jî wê li dijî qeyûman li cem hilbijartiyên xw ebe. Divê gelê me bertekê nîşanî kesên ku vîna wan xesp dike bide."    'QEYÛM PIRSGIRÊKA HEMÛ GELAN E'   Hevşaredarê Hewagê Îsmaîl Yildiz diyar kir ku gel qeyûman naxwaze û got: "Em 3 serdemên qeyûman nas dikin û rastiya wan dizanin. Qeyûm zirarê didin gelên Tirkiyeyê. Ên herî zêde bi vê re rû bi rû mane em in. Em kurd li vê herêmê dijîn. Lê ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka tirkan û gelên din e jî. Piştevaniyeke cidî divê. Em li bendê ne ku hemû gel li dijî qeyûman rabin û werin vir."    'QEYÛM NE HIQÛQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE'   Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş jî got: "Tayinkirina qeyûm ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Tayînkirina qeyûm nenaskirina Destûra Bingehîn e. Binpêkirina mafê hilbijartinê ye qeyûm. Di lêpirsînê de ku wekî hincet hatiye nîşan dan, navê hevşaredarê me Mehmet Karayilan nehatiye derbaskirin. Û der barê wê dosyeyê de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Li dijî vê kiryara neqanûnî serî li darazê hat dayîn û tiştên pêwîst hatin kirin. Ev bi temamî biryareke siyasî ye. Di vî warî de divê gel bertekek tund nîşanî qeyûman bide. Em ê jî li her derî li dijî qeyûman bitêkoşin."    MA / Emrûllah Acar