Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e 2024-11-15 09:01:31 AMED - Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîrê tayînkirina qeyûman wekî "Ev polîtîka polîtîkaya dijminatiya kurdan e" nirxand û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî got: "Armanca qeyûman ew e ku civakeke yekreng û yekzayend bi rê ve bibin." Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya "Gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" dest bi kampanyaya ku wê salekê dewam bike kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê ên ku beşdarî civîna deklarasyonê ya kampanyayê bûn û ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, qeyûm û tayînkirina qeyûman nirxandin.   Sonukê anî ziman ku desthilat her heyamê bi hincetên pûç qeyûm tayînî şaredariyan dike û got ku ev êriş li dijî hevserokatiyê ne ku qeyûm wê wekî "modela azadiyê" pênase dike. Sonukê destnîşan kir ku jin xwe di rêveberiyên bi pergala hevserokatiyê de wekhev dibînin û got: "Ev yek ne tenê ji bo jinan, ji bo astengdaran jî li bajarên ku bi perspektîfa jinê hatine avakirin, hawirdoreke jiyanê ava dike. Her wiha hemû bawerî û nasnameyên xwe li bajaran vederkirî hîs dikin, xwe bi rihetî di nava wan rêveberiyan de tînin ziman."    Sonukê anî ziman ku zayendperestî û netewperestî bi polîtîkaya qeyûman vejiyane û wiha got: "Girtina saziyên jinan yek bi yek ji aliyê qeyûm ve, girtina hemû mal û saziyên piştgiriyê yên bi zimanê zikmakî xizmetê dikin, li bajaran daxistina tabelayên pirzimanî û li şûna wan bicihkirina tabelayên yek zimanî... Armanca qeyûman ew e ku civakê bi yekrengî û yekzayendî û yekaqilî bi rê ve bibe."    'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'   Sonukê destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî li dijî civaka ku desthilatên tekparêz û zayendperest dixwazin ava bikin, ji bo avakirina bajarên wekhev û hestiyar ên li ser bingeha wekheviya zayendî girîng in û got: "Li şûna me qeyûm hatin tayînkirin. Ma em ê dest ji têkoşînê berdin? Nexêr. Ger hewce be eê pêwendî bi deh jinan re deynin, em ê deynin. Ger hewce be em pêwendî bi hezar jînî re deynin, em ê deynin. Heya taqet di lingên me de hebe, em ê di meşan de cih bigirin. Heya bîra me têr bike, em ê zanyariyên xwe ragihînin."    'POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ YE'   Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîrê jî diyar kir ku cara sêyemîn e tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan û israrkirina li ser vê polîtîkayê nêzîkatiyeke dagirkeriyê ye û got: "Dijminatiya li gelê kurd e. Naxwazin gelê kurd di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî îrade. Ji ber vê yekê jî ev polîtîka dijminatiya li hemberî kurdan e.”   Demîrê bi bîr xist ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin, ewilî cihên êriş kirinê cihên jinan bûne û wiha got: "Hemû saziyên jinan girtin. Nehiştin ku jin bixebitin. Li cihê ku xebat ji bo jinan hebû, kirin hedef. Heman nêzîkatî îro jî didome. Gava di 4'ê mehê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kirin, di nava 2 saetan de xebatên me yên ji bo jinan asteng kirin. Di 8 salan de tu guherînek di vê ferasetê d eçênebûye. Lê di 8 salan de xebatên civakî, xebatên jin û zarokan qet nesekinîn, wê ji niha û pê ve jî bidomin. Dibe ku saziyên me tune bin, lê hêza me ya jinan heye. WÊ xebatên me bidomin. Em ê bi biryartir û bihêztir xebatên xwe yên jinan bidomînin."   MA / Rûkiye Adiguzel