Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş 2024-11-16 13:09:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ji bo mîtînga ku dê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bê lidarxistin, li hev kom bûn.    Beriya mîtînga ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kolnê bê lidarxistin, qada ku wê meş lê destpê bike tejî bû. Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, gelek otobusên ji welatên din û bajarên derdor ji bo mîtîngê hatine. Meşvanên ku wê wesayîtên xwe beşdarî meşê bibin, hîn jî diherikin qadê. Çalakvanên digihijin qadê jî, bi govend, tilîlî û dirûşmeyan li benda meşê ne.   Di çalakiya dîrokî ya Kolnê de, qad hîn jî tejî dibe. Ciwanên ku digihijin qadê, bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê li benda destpêkirina meşê ne.   Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li bajarê Koln ê Almanyayê çalakiyeke mezin tê lidarxistin.   Ji bo çalakiyê ji çar aliyên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan tên ba hev. Çalakvan li qada Detuzer Werft kom dibin. Piştî kombûnê, çalakvan wê dest bi meşê bikin û piştre li heman qadê mîtîngekê lidar bixin.