Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin 2024-11-17 13:49:24   ŞIRNEX - Welatiyên ji Herêma Botanê ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi rê ketin, piştî astengkirinê ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.    Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar dixe. Welatiyên ji Şirnex û Mêrdînê ber bi Êlihê ve ketin rê, li navçeya Kercewsê ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê welatiyan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Batmanê” û "Berxwedan xweş doz e” ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin.