Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin 2024-11-18 09:35:32   MÊRDÎN -  Hevserokê Şaxa OHD’a Mêrdînê parêzer Lokman Emen anî ziman ku di çalakiyên protestoyî yên Mêrdînê de welatî bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û da zanîn ku di bin çavan de gefa êrişa zayendî hatiye xwarin.   Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 4’ê mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm tayîn kir. Çalakiyên protestokirina qeyûman didomin. Di çalakiyên heta niha de gelek binpêkirinên mafan hatin kirin. Piştî çalakiyên protestoyî yên li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin û nêzî 30 kes hatin binçavkirin. Ji van binçavkiriyan yek jê zarok bi giştî 5 kes hatin girtin. Beşdarbûna çalakiyan weke sûc hate îdiakirin, gef li zarokan hatin xwarin û zext lê hate kirin. Di heman demê de ji ber ku navê wan di girtekên hatine îmzekirin de heye, ev yek jî weke sûc hate nîşandan.    ‘SÎXÛRÎ, ÎŞKENCE Û GEFA ÊRIŞA ZAYENDÎ’    Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Mêrdînê parêzer Lokman Emen binpêkirinên ji roja ewil a çalakiyan heta niha tên kirin vegot û anî ziman ku tayînkirina qeyûman derhiqûqî ye. Emen, wiha domand: “Lê belê mafê protestokirinê mafekî destûra bingehîn e. Heta niha li Mêrdînê zêdetirî 30 kes hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina wan jî ew e ku mafê protestoya aştiyane li dar xistine. Rewşa xeternak ev e; hema hema li tevahiya binçavkiriyan sîxûrtî hatiye ferzkirin. Ji her kesên hatine binçavkirin xwestine ku navên kesên cuda bidin. Jê re gotine ku heke navan nedin dê îşkenceyê li wan bikin, gefa êrişa zayendî lê xwarine û jê re gotine ku dê zêdetirî 10 sal cezayê hefsê lê were birîn.”    ‘BI AWAYEKÎ DERHIQÛQÎ HATE KIRIN’   Emen, da zanîn ku zarokên ji ber temenê xwe ji gefan tirsiyayîn, navên kesên qet nas nakin dane û wiha bi dawî kir: “Ev zaroke dane zorê ku îfadeyan bidin. Ji destpêkê heta dawiyê tevahiya vê pêvajoyê derhiqûqî ye. Li hin binçavkiriyan îşkence û muameleya xerab hatiye kirin. Me têkildarî van serlêdan kirin. Me serlêdanên sûc jî kirin. Dê yên din jî bikin. Lê mixabin êdî bûye rewşekî asayî. Banga me ji bo partiyên li Meclisê û saziyên îdarî yên li vê derê ev e; îşkence sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Muameleya xerab sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Divê pêşiya vê bigirin. Divê mafê protestoyên aştiyane yên welatiyan neyê astengkirin. Mixabin hêj jî binçavkirin didomin. Em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”