Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike 2024-11-18 10:25:33 AMED - Meclisa Şaredariya Peyasê biryar da ku li 25 gundan 10 hezar şitlên darên fêkiyan li welatiyan belav bikin.  Meclisa Şaredariya Peyasê ya Amedê civîna xwe ya meha mijdarê li dar xist. Di meclisê pêşniyar hate kirin ku li welatiyên gundan şitlên darên fêkiyan bên belavkirin. Ev pêşnûme hate qebûlkirin. Li gorî biryarê; dê li 25 gundan bi giştî 10 hezar şitlên darên gûz, mişmiş, hirmî, behîv, hilûk, xox, gilyaz, wîşne û sêvê bên belavkirin.