Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike 2024-11-18 16:01:42   ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku îktîdar ji bo tayînkirina qeyûman hêsantir bike dê pêşniyarqanûnê bîne Meclisê û wiha got: “Dixwazin vê pêşniyarqanûnê ji Meclisê derbas bikin.”    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî serdegirtina rêxistina partiya wan a Esenyurtê de da û got ku divê kesên her roj aqilî didin wan ji ewil aqilê xwe bînin serê xwe û li gorî hiqûqê tevbigerin.    Têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” jî Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku ew dozê dişopînin û da zanîn ku agahiyên derheqê endamên çeteyê de pir zû de hatine behevkirin lê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar û rêveberên Lijneya Ewlehiya Tenduristiyê ev rewş veşartine. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê niha hewl dide ji wir rantê bixwe û got ku heta niha Wezîrê Tenduristiyê îstîfa nekiriye û kesek ji peywirê nehatiye girtin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku divê ji hemû kesên para wan di vê bûyerê de hene hesabê bidin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ev bûyer nîşan dide bê ka Tirkiye çawa veguheriye dewleteke çeteyan.    'MILYONAN KES LI DIJÎ TECRÎDÊ DIQÎRIN’    Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Gulistan Kiliç Koçyîgît  ev tişt anî ziman: “Bi milyonan kes li dijî tecrîdê, derhiqûqtiya qeyûm û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li qadan diqîrin. Bi milyonan kes ji bo maf, hiqûq, demokrasî, edalet û aştiyê dibêjin bila tecrîd rabe û şert û mercên birêz Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên amadekirin.”    Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser salvegera Komkujiya Dêrsimê û got ku ew ê destûrê nedin heqîqeta Dêrsimê were reşkirin û bêrêzî li Seyîd Riza û gelê Dêrsimê bê kirin.    ‘HEWL DIDIN TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BIKIN QANÛN’    Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku dê pêşniyarqanûneke ji 48 xalan pêk tê pêşkeşî Meclisê were kirin û ev agahî da: “Dixwazin di Di 17 qanûnan û di KHK’ê de guhertinê bikin. Ji van 13 jê ji hêla AYM’ê ve hatine betalkirin. Xala herî girîng jî xala 3’yemîn e ku têkildarî mifetîşên mulkiyeyê ye. Ev xal tam jî qanûna qeyûm e. Hewl didin sererastkirina qeyûm li gorî qanûnan amade bikin. Bi vê yekê re dê tayînkirina qeyûman hêj hêsantir bikin.”   Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku teklîfa wan a ji bo mûçeyê kêmtirîn jî 35 hezar lîre ye.    'ROJANE 3 JIN LI TIRKIYEYÊ TÊN QETILKIRIN’    Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser 25’ê Mijdarê û got ku li Tirkiyeyê rojane herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di encama têkoşîna jinan de beşa têkildarî paşnavê jinan ji Paketa Darazê ya 9’emîn hatiye derxistin û got dê têkoşîna wan bidome.    ZAROKÊN DI ŞEWATÊ DE MIRÎN    Gulistan Kiliç Koçyîgît herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Hefteyek berê li Selçûkê 5 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Mixabin berdevkên îktîdarê dayika wan sûcdar kir. Em vê qebûl nakin. Diviya pirsa ‘ew zarok çima li malê bi tenê man’ bihata kirin. Li vî welatî jin û zarok bêparastin in. AKP’ê êrişî civakê, zarokan, jinan û kedkaran dike. Divê em heta dawiyê li dijî wan têbikoşin.”