Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin 2024-11-20 12:17:59   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê otobûsên rêwiyan bi rengê binefşî hatin xemilandin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê, otobûsên rêwiyan bi rengê binevşî xemiland.    Li ser otobûsan dirûşma “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatin nivîsandin.