Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome 2024-11-20 13:13:10   RIHA - Nobeta berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Xelfetiyê hatiye destpêkirin di roja 17’an de didome.    Nobeta berxwedanê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin di roja 17’emîn de didome. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî, pankarta "Ji qeyûman re na, demokrasî" daliqandin û dest bi nobetê kirin.    Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, kekê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek kes tev li nobetê bûn.    Berxwedana gel a li pêşiya şaredariyê didome.