ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN 2024-11-22 09:00:53     * Parêzer Çiro Şiwanî, diyar kir ku “Qanûna Rewşa Kesî” ya li Iraqê li ser jin û zarokan metirsiyeke mezin e û got: “Parlamento li şûna ku pêşî li tundiya li ser jinan bigire, em dibînin bi vê qanûnê hewl dide ku rê li ber tundiyê veke.”    * Welatiyên li Îzmîrê diyar kirin ku tundiya mêr ji ber polîtîkayên dewletê ye û gotin: "Azadiya jinê azadiya civakê ye."   * Xizmên girtiyan ji bo kampanyaya “Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne” bang kirin û gotin: “Ev polîtîka, encama tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.”    * Hevşaredarên Dêrsimê ji bo cezayê dadgehê daye wiha got: “Ev, êrişeke siyasî ya li dijî vîna gelê Dêrsimê ye.”    * Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê dê biçe serdana hevşaredarên Êlih û Xelfetiyê yên li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin. (10.30-14.00)    * Danişîna doza rojnameger Osman Akin, Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan dê bên lidarxistin. (10.30)   * Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Jinan a Navneteweyî dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (11.00-17.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDΠ   * Şaxa OHD’ê ya Enqereyê dê rapora xwe ya têkildarî girtiyên li Anatoliyaya Navîn tehliyeyên wan hatine astengkirin eşkere bike. (12.30)   * Danişîna doza qetilkirina Şerzan Kurt ê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê bê lidarxistin. (14.00)