Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin 2024-11-22 09:39:04   ERDEXAN - Parêzer Yaşar Kaya anî ziman ku divê Abdullah Ocalan ji "mafê xwe yê hêviyê" sûd wergire û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got: "Eger dewletek pirsgirêka xwe ya navxweyî çareser neke, wê yên din werin û çareser bikin."   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de têkildarî cezayê muebbedê yê giran ê ku li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn, wekî li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dît û got ku ev ceza îşkence ye. Ligel ku 10 sal di ser biryara DMME’yê ya re derbas bûye jî, der barê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de hê tu gav nehatine avêtin.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku çavdêriya pêkanîna biryarên DMME'yê dike, di civîna xwe ya dawî ya navbera 17-19'ê Îlonê de hişyarî da Tirkiyeyê û diyar kir ku divê demildest tedbîrên pêwîst bên girtin, eger nebe wê di civîna Îlona 2025'an de biryareke demkî were amadekirin.   Parêzer Yaşar Kaya der barê mijarê de axivî. Kaya destnîşan kir ku "mafê hêviyê" ne ew maf e ku bê taloqkirin. Kaya got: "Armanca bingehîn a li vir ew e ku mirov heta hetayê di girtîgehê de nemîne. Jixwe ev mafekî li ser esasê mafên mirovan e. Tevî ku li piraniya welatan rêziknameya nivîskî tune ye jî, DMME diyar dike ku mirov heta hetayê di girtîgehê de nemîne."   Kaya bal kişand ku bi salan e rojeva "mafê hêviyê" ya ku Bahçelî anîbû ziman tînin ziman û wiha got: "Gotinên Bahçelî yên der barê birêz Ocalan de yên 'Bila were meclisê û biaxive û ji mafê hêviyê sûd werbigire' bi temamî piştî fikreke polîtîk hatine eşkerekirin. Li Tirkiyeyê, girtîyekî ku piştî demekê bê berdan an na, ev yek ji aliyê komîsyoneke ku li girtîgehê di çarçoveya Qanûna Înfazê de tê avakirin ve diyar dibe. Pêwîst e mirov mafê hêviyê li derî fikira siyasî ya rojane binirxîne."    Kaya pêkneanîna biryarên binpêkirina DMME'yê wekî 'kuştina qanûnî' bi nav kir û got: "Tirkiye mecbûr e ku li gorî DMME'yê tevbigere. Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê dibêje, 'Eger hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê li hev nekin, dê hiqûqa derve û hiqûqa navneteweyî bê pêkanîn. Mixabin biryarên DMME'yê yên ji bo birêz Ocalan û girtiyên din nayên pêkanîn."    ‘NÊZÎKATIYA JI BO OCALAN NÊZÎKATIYA JI BO MESELEYA KURD E'   Kaya diyar kir ku nêzîkatiya li Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li pirsgirêka kurd e û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan li ser kurdan xwedî bandoreke girîng e. Kaya anî ziman ku ev rewş ji aliyê dewletê ve jî tê zanîn û got: "Birêz Ocalan bi israr dibêje 'Mîhadê çekan tije bûye. Em dixwazin  pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.' Bahçelî di hevdîtinên xwe yên dawî de ji tişta ku jê tê hêvîkirin pir wêdetir peyaman dide. Li aliyê din jî şirîkê desthilatê yê din jî bi tayinkirina qeyûman, nêzîkatiyên xwe yên ewlehîparêz ên didomîne. Ev wiha nabe. Bêguman geşedanên li Rojhilata Navînê jî ferz dikin ku divê li Tirkiyeyê meseleya kurd bê çareserkirin. Pirsgirêka herî girîng a Rojhilata Navînê meseleya kurd e. Ger ev neyê çareserkirin, dê emperyalîst mudaxil bibin. Geşedanên li Rojhilata Navînê, li gor geşedanên li herêmê, mecbûr in meseleya kurd çareser bikin. Ger gelek an jî dewletek pirsgirêkên xwe çareser neke wê hin kesên din werin çareser bikin."    Kaya anî ziman ku pirsgirêkên gel û baweriyên cuda bi demokratîkbûna komarê re dikarin bên çareserkirin û wiha got: "Ya ku wê vê yekê çareser bike hêzên siyasî ne. Lê belê eger em wekî gel, wekî rêxistinên girseyî yên sivîl tênekoşin wê neyê çareserkirin. Ji bo vê jî ya girîng en gotin, prtaîk e."    Kaya diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê her tim tê taloqkirin û ev rewş zirareke mezin dide û got: "Pirsgirêka kurd 40 sal in bi vî rengî ye. Her ku dirêj dibe, bi aborî, siyasî, çandî re girantir dibe. Çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo 85 milyon kesên ku li Tirkiyeyê dijîn pirsgirêkeke mirovî û exlaqî ye. Di vî warî de paradîgmaya Ocalan eşkere ye. Jixwe peyama wî ya dawî jî vê yekê dibêje. Hêvîdar im biryarder vê helwesta jidil a Ocalan esqas bigirin û bêyî bi derengî bike ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk bê çareserkirin."    MA / Mehmet Guleş