Cenazeyê Mîne Sevjînê hat definkirin 2024-11-23 13:06:22   WAN - Cenazeyê Mîne Sevjîn a HPG'î ya di çalakiya li dijî TÛŞAŞ'ê de cih girt û cenazeyê wî piştî 31 rojan radestî malbata wî hat kirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan hat definkirin.    Di çalakiya 23'yê Cotmehê ya li dijî TÛŞAŞ a Enqereyê de Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ên HPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek û Alî Orek piştî 31 rojê radestî malbatên wan hatin kirin.    Cenazeyê Mîne Sevjîn Alçîçekê li navçeya Rêya Armûşê li Goristana Karşiyakayê hat definkirin. Polîsan beriya merasîma cenaze hemû rêyên ber bi goristanê ve girtin. Polîsan nehişt ji xeynî dê û bav û xalên Mîne Sevjîn Alçîçekê kesên din beşdarî merasîma bibin. Piştî duayan Mîne Sevjîn Alçîçek hat definkirin.