Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin 2024-11-25 09:00:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 25’ê mijdarê eşkere kir. Li gorî raporê dê li derdorên Erzirom, Mûş, Colemêrg û Şirnexê berfeje zêde bibare û bager hebe. Di heman demê de midûriyetê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê yên Agirî, Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mereş, Mûş, Sêrt, Wan û Şirnexê bi koda zer û pirteqalî hişyarî kir.