Erdogan dîsa gef xwar 2024-11-27 14:35:53   ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên demên dawî got; “vîzyona hevpar a siyasî ya Tifaqa Cumhur e” û li hêla din got ku dê êrişên xwe yên li dijî gelê kurd bidomînin.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya heftane de axivî. Erdogan, ji bo daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên demên dawî got; “Vîzyona hevpar a siyasî ya Tifaqa Cumhur e.” Erdogan got ku ew meseleya Bahçelî qala wê dike ji her alî ve dinirxînin.    Bi domdarî Erdogan bal kişand ser daxuyaniyên PKK û DEM Partiyê û îdia kir ku  “tabloya heyî hêviyê nade wan.” Erdogan, bi domdarî gefa “Me got ku heke hûn çekan binax bikin dê pêşiya we vebe. Lê heke binax nekin dê destê me li ser milê we be.” Erdogan, bi domdarî got ku dê êrişên wan bidomin.    Têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Erdogan wiha got: “Heta sînorê me yê başûr ji Behra Spî heta Îranê ji gefa rêxistinên terorê xelas dibe dê projeya me gav bi gav bidome.”