Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin 2024-11-27 22:53:17   AMED – Ji ber berfa zêde rêyên 98 gundên Amedê li çûnhatinê hatin girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 5 navçeyan û herêma Qerejdaxê 625 kilometre rê li çûnhatinê vekir.   Li Amedê 2 roj in berf zêde dibare. Ji ber berfa zêde li Amedê rêya 98 gundan hat girtin. Piştî rêya gundan hat girtin, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li 5 navçeyan û herêma  Qerejdaxê vekir. Şaredariyê rêya navçeya Pasûr, Licê, Pîran, Hênê, Şankuş û herêma Qerejdaxê li çûnhatinê vekir.  Şaredariyê  625 kilometre rê li çûnhatinê vekir.