Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin 2024-12-10 13:49:13 AMED - DBP’ê ji bo alîkariya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO êrişan dibe ser, kampanya da destpêkirin û bang kir ku her kes bi ruhê Kobanê tevbigere.  Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, ji 27’ê Mijdarê ve erişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kampanya da destpêkirin. Kampanya, li avahiya DBP’a Amedê bi daxuyaniyekê hate ragihandin.    Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz di daxuyaniyê de anî ziman ku li her dera cîhanê êriş ser gelê Kurd hene û destnîşan kir ku divê polîtîkaya şer a li ser gelê Kurd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Gurbuz, wiha domand: “Rêbazên êrişên dewletên serdest careke din eşkere dibin. Em dixwazin diyar bikin ku dewleta Tirk li ku derê jiyana gelê Kurd, hemwelatî, jin an jî zarok lê be, êriş pêk aniye. Ji vir em careke din bang li hikûmeta AKP-MHP’ê dikin; dest ji zîhniyeta xwe ya ku mafê jiyanê nade gelê Kurd berdin. Dest ji polîtîkayên xwe yên şer berdin. Dev ji tecrîd û polîtîkayên tecrîdê berdin. Dema ku em li dîmenên ku di medyayê de derdikevin dinêrin, em matmayî dimînin. Dixwazin komkujiyên li ser sivîlan û komkujiyê çeteyên DAIŞ’ê yên li ser birîndaran li nexweşxaneyan ji nû ve zindî bikin. Em bi ruhê Kobanê bikevin nava liv û tevgerê. Ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin bi hêviya ku hûn alîkarî û hevgirtinê pêş bixin silav dikim.”    KAMPANYAYA ALÎKARIYÊ   Hevseroka DBP'a Amedê Sûltan Yaray jî banga alîkariyê li hemû kesan kir û wiha got: “Weke hûn jî dizanin li Sûriye û Rojava şerekî giran heye. Zarok, jin, extiyar û nexweşên li wê derê di rewşeke xerab de derketin rê. Ya herî xirab a şer ew e ku mirov mexdûr dibin. Mirovên me yên bê mal û birçî hene. Beriya her tiştî em dixwazin ev şerê qirêj bi dawî bibe. Bila aştî û azadî li Rojhilata Navîn bi ser keve. Erdnîgariya Rojhilata Navîn têra her kesî mezin e. Divê ev şer bê rawestandin. Weke Rêxistina DBP'ê ya Amedê em bang li gelê Amedê dikin; Destên xwe deynin ser wijdanê xwe û piştgiriyê bidin kampanya me ya alîkariyê. Bi qasî ku ji destê we tê betanî, cil, erzaq, pêlav û pêdiviyên xwe berhev bikin û radestî avahiyên navçeyên me bikin da ku em xwe bigihînin Rojava.    Divê gelên Rojava û Sûriyeyê zanibin ku li vir dilê me bi wan re ye û çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin. Bila ev şer bi dawî bibe. Wer in em niha destê xwe yê alîkariyê dirêjî rojavayê Kurdistanê bikin. Kampanyaya me ji îro ve dest pê kiriye. Gelê Rojava, gelê Sûriyeyê ne bi tenê ye. Ji îro û şûnde kampanyaya me dest pê kiriye.”