Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin 2024-12-10 16:55:13 ŞIRNEX - Li gundê Zêwigê yê navçeya Hezexê ku ji hêla leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, bi ser malan de hate girtin û 9 kes hatin binçavkirin.  Leşkerên dewleta tirk gundê Zêwigê yê navçeya Hezex a Şirnexê dorpêç kirin û bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 9 kesên navên wan nehatin zanîn ji hêla leşkeran ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina 9 kesan nehat zanîn û nayê zanîn bê ka bi ku de hatine birin.    Dorpêça leşkeran a li ser gundan didome û ketin û derketina gund hatiye qedexekirin.