Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir 2024-12-12 15:21:02   AMED - Baroya Amedê ji bo sekinandina êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir û jê xwest klu berpirsyartiya xwe bi cih bîne.    Baroya Amedê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî, bi sernavê “Divê êrişên ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jîngehan bên bidawîkirin” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hilweşîna rejîma BAAS’ê re ji bo gelên Sûriyeyê serdemeke nû dest pê dike.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo gelên rejîmê berê wan dabû hev di nava demokrasî û aştiyê de bijîn hewceye hêzên herêmî û saziyên navneteweyî bingeheke pêwîst ava bikin. Bi domdarî hate gotin ku bi valahiya heyî re li ser jîngehên sivîlan, nexweşxane û qadên cemaweriyê êriş dest pê kirine û di van êrişan de gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes bi darê zorê ji warên xwe hatine kirin, gelek birîndar hatine înfazkirin. Hat gotin ku niha tekane herêma Kurd, Tirkmen, Ereb û neteweyên din lê biewle dijîn Rojava ye û wiha hate gotin: “Lê niha gefa êrişeke mezin li ser heye. Rawestandina êrişên ser gelên Rojava, parastina mafê jiyanê, ewlehiyê û pêşwazîkirina pêdiviyên însanî yên sereke, yek ji berpirsyartiyên sereke ya hiqûqa navneteweyî û raya giştî ye.”    BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Baroya Amedê, destnîşan kir ku bidawîkirina êrişan ne tenê mecbûriyeteke hiqûqî lê di heman demê de berpirsyartiyeke exlaqî ye. Baroyê, got ku mezinkirina piştevaniya navneteweyî, xurtkirina mekanîzmayên hesabpirsînê û gavên ji bo pêşîlêgirtina pevçûnan tên avêtin, pir girîng in. Baroyê, diyar kir ku divê pêşiya alîkariya bi xelkê herêmê re were vekirin, ji bo ewlehiyê tevdîrên pêwîst bên girtin û sivîl li herêmên biewle bên veguhestin.    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê êriş tavilê bên sekinandin û rêyên guftûgo û muzakereyan ên bi Kurdan re ku aktorên herî xurt ên Sûriyeyê ne, bên vekirin. Biryarên îro tên dayin dê bingeha rêyên çareseriyê ava bike û bibe bingeha aştiyeke mayinde. Weke Baroya Amedê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye û saziyên din ên navneteweyî dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin, mafê jiyanê yê sivîlan misoger bikin û ji bo aştiyeke mayinde gavên şênber biavêjin.”