Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da 2024-12-15 16:07:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî civîna duh li Urdunê têkildarî pêşeroja Sûriyeyê hatiye lidarxistin axivî û wiha got: “Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekitiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”  Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî civîna duh li Urdunê derheqê pêşeroja Sûriyeyê li bajarê Eqebê hatiye lidarxistin de daxuyanî da.    Peyama Mazlum Ebdî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê parve kirî wiha ye: “Em encamnameya lutkeya Eqebê ya wezîrên karên derve ya welatan Ereban a der barê Sûriyeyê de erênî dibînin. Di heman demê de em piştgiriya hewldana Erebî ya ji bo avakirina aramiya li Sûriyeyê, dikin. Wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin. Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî xaka Sûriyeyê werin rawestandin.   Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekitiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike."