Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin 2024-12-19 08:54:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê bi topan êrişî derdora Pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê kirin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Ji duh ve ye li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJ’ê ji duh ve derbên giran li komên paramîlîter dixin.    Hat zanîn ku dewleta tirk û koma paramîlîter ji saetên serê sibehê ve Pira Qereqozaqê û derdora wê ya li başûrê Kobanê topbaran dikin.