Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin 2024-12-19 11:23:17 STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku Tirkiye bi girankirina tecrîdê re dixwaze pêşî li Abdullah Ocalan bigire ku têkildarî Sûriyeyê peyaman bide û wiha got: “Divê partiyên çep û sosyalîst rê li ber polîtîkayên şer bigirin û Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin.”  Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Aslan, diyar kir ku divê rêxistinên çep û sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin.    Seyît Aslan, diyar kir ku HTŞ dê nekare rêveberiyeke demokratîk li Sûriyeyê ava bike û Efxanistan weke mînak nîşan da. Aslan, got ku hêzên emperyal û Tirkiye bi rêya rêxistinên weke HTŞ û SMO’yê Rojhilata Navîn dîzayn bikin û got: “Jixwe Tirkiye jî li gorî DYA, Ingilistan û Îsraîlê tevdigere.”    'ARMANCA TIRKIYEYÊ TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN KURDAN E’    Aslan, bi bîr xist ku beriya êrişa HTŞ’ê dewleta tirk xwestiye bi Beşar Esad re hevdîtinê bike û wiha got: “Armanca hevdîtinê, tunekirina destekftiyên Kurdan bû. Armanca esasî ya hêzên paşverû ku Tifaqa Cumhur jî de nav de ye, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Piştperdeya daxuyaniyên Bahçelî jî eşkere bû. Bi girankirina mercên tecrîdê, tayînkirina qeyûman û girtina siyasetmedarên Kurd re xwestin pêşiya geşedanên li Sûriyeyê bigirin. Dê şandeyek biçûya Îmraliyê û sedema derengxistina wê jî geşedanên li Sûriyeyê ye. Eşkereye ku peyamên Abdullah Ocalan dê bandorê li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û geşedanên li herêmê bike. Lewma hevdîtin asteng kirin. Dixwazin Ocalan daxwazên Tirkiyeyê qebûl bike. Xuyaye ku Ocalan qebûl nekiriye.”   'AŞTIYEKE BIRÛMET BI QEBÛLKIRINA DAXWAZÊN KURDAN PÊKAN E’    Aslan, got ku aştiyeke birûmet a Tirkiyeyê bi qebûlkirina daxwazên gelê Kurd pêkan e û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye Tirkiye dibêje; ‘heta terorîstê dawî em ê şer bikin.’ Hûn ê çi bikin, ma dê bi milyonan Kurdan bikujin? Ger Tirkiye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike dê ji hêla aborî, siyasî û civakî ve bixitime. Heta ku Tirkiye aştiya navxweyî pêk neyîne dê nekare ji bindestiya emperyalîstan xelas bibe. Hewceye rêxistinên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê, îktîdarê mecbûrî aştiyê bikin. Ji bo vê jî divê em bixebitin.”