Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran 2024-12-19 15:27:18   ÎZMÎR - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan banga rewşenbîr û nivîskaran a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin ku ji her demê bêhtir niha pêdiviya wan bi aştiyê heye.    Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Îzmîrê têkildarî bangawaziya rewşenbîr û nivîskaran a li Stenbolê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxuyanî dan û piştgiriya xwe ragihandin. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, têkildarî mijarê li Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi sernavê “Ji bo aştiyê em bi hev re gav biavêjin” daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo me tevan aştî û demokrasî” hate hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyaniya hevpar xwend û got ku ji her demê bêhtir niha hewcehiya wan bi tevgera aştiyê ya ku Tirkiyeyê ji rewşa tundiyê derxîne, heye. Çîçek, diyar kir ku ew piştgiriyê didin bangawaziya li Stenbolê hatiye kirin û wiha domand: “Ev, di heman demê de banga demokrasî, ked, edalet, azadî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê ye. Ji tecrûbeyên xwe em dizanin ku pirsgirêka Kurd tenê dikare di çarçoveya demokrasiyê û mafên insanî yên sereke de were çareserkirin. Maf û azadiyên Kurdan tenê dikare bi dewleta hiqûqê were parastin. Bi hemwelatiya wekhev, rêzgirtina ji bo nasnameyên din û demokrasiya piranîparêz dibe.”    'DIVÊ CIVAK PÊŞENGTIYA AŞTIYÊ BIKE’   Bi domdarî Çîçek da zanîn ku divê civak pêşengtiya aştiyê bike û wiha bi dawî kir: “Weke kesên navên wan li jêr in; em mafê xwe yê jiyaneke aştiyane bi kar tînin, em dixwazin di pirsgirêka Kurd de çek bên bêdengkirin û ji bo destpêkirina pêvajoya aştî û demokrasiyê bi lezgînî gav bên avêtin.”    ÊN ÎMZE KIRIN    Rêxistinên civaka sivîl û partiyên metn îmze kirin ev in: “Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, Partiya Kedê (EMEP), Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Platforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê, Partiya Sosyalîst (SOLDEP), Sendîkaya Teqawidên Yekbûyî, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Çand û Piştevanyê ya Dêrsimê ya Îzmîrê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisê Kedê, Partiya Çep a Kesk, Akademiya Piştevaniyê ya Îzmîrê (ÎDA) , Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP), Komeleya Pira Gelan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ÎMECE Dostluk, Komeleya Piştevaniyê (ÎMECE-DER), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Polen Ekolojî.”