HSD’ê ji bo Kobanê bang kir 2024-12-19 15:47:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter amadekariya êrişeke mezin a li ser Kobanê dikin. HSD’ê bang li gelê Kobanê, gelê Kurd, gelên ereb û hêzên navneteweyî kir û got: “Em ê li Kobanê serkeftineke mezin bi dest bixin.”    Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk û rewşa dawî a li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   HSD’ê, di daxuyaniyê de got ku tevî hemû hewldanên Koalîsyona Navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo kêmkirina aloziyê û ragihandina agirbestê li Minbicê û hemû herêmên wan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî vê biryarê nebûn û êrişên xwe yên li ser eniya başûrê Kobanê li Qereqozaqê û Bendava Tişrînê didomînin. Daxuyanî wiha domiya: “Artêşa Tirk a dagirker doh 18’ê Kanûnê êrişek berfireh li ser xeta Bendava Tişrîn da destpêkirin. Şer û pevçûnên dijwar heta saetên êvarê berdewam kirin û hêzên me karîn hemû êrişên wan têk bibin. Her wiha gelek deverên bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk ve hatin bombebarankirin. Li aliyê din liv û tevgera artêşa Tirk a li herêma Pirsûsê dewam dike, li ser sînorê Bakurê Kobanê û Rojavayê Qereqozaqê jî tank û maşîneyên xwe yên zirxî bi cih dikin.”   ‘KOBANÊ WÊ JI HÊZÊN DAGIRKER RE BIBE ÇALA KU NIKARIN JÊ DERKEVIN’    Fermandariya HSD'ê diyar kir ku weke HSD’ê ew tekeziyê li ser girîngiya rawestandina aloziyê, rawestandina hemû operasyonên leşkerî û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê dikin û wiha domand: “Lê di heman demê de li hemberî her êriş û hedefgirtina gelê xwe û herêmên xwe em ê bê bersiv nemînin. Her wiha em piştrast dikin ku hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya êrişa li ser Kobanê ji bo wan nabe seyrangeh û hêzên me tevî gelê me yê Kobanê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide. Bi saya berxwedana lehengî ya HSD’ê û gelê me wê Kobanê ji bo hêzên dagirker bibe çala ku derketina ji wê zehmet be.   ŞERÊ KOBANÊ DÊ BIBE ŞERÊ SERKETINA MEZIN   Ji ber vê yekê em beriya her kesî ji gelê xwe re piştrast dikin ku hêzên me û gelê me yê hêja li Kobanê wê ne tenê li ber xwe bidin. Şerê Kobanê wê di heman demê de bibe şerê serketina mezin. Ruhê lehengiyê ku hêzên me hefteyekê li derdora Qereqozaqê û Bendava Tişrînê nîşan dan, nîşaneya herî zelal a serketina berxwedana Kobanê ye. Em beşdarbûna çalak a gelê Kobanê di nava refên berxwedanê de silav dikin. Her wiha em bang li hemû gelê Kobaniyê dikin ku bila çek hilgirin û bi şervanên xwe re li eniyên şer çepera xwe bigirin. Em ê bi hev re her gundê Kobanî û her quncikekî bajarê Kobanî bikin keleha berxwedanê. Divê em bizanin ku yekane rêya serketinê, rêya jiyana azad û birûmet, berxwedan e. Em ji gelê xwe yê Kobanê û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, îro li her derê wijdanê mirovahiyê û cîhanê bi we re ye. Em dibînin ku beriya êrişa mezin were destpêkirin, bertekên navneteweyî dest pê kirine û em piştrast dikin ku hemû cîhan dê şahidiya destana we ya qehremaniyê bike.”   BANG KIR   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk me helwesta xwe ya erênî der barê biryara civîna Aqebê ya li ser rawestandina operesyonên leşkerî ji bo Sûriyeyê piştrast kir, her wiha em spasiya hewldanên hevalbendên xwe yên di Koalîsyona Navneteweyî dikin ku ji bo kêmkirina aloziyê kar dikin. Lê em bang li hemû welat û hêzên têkildar dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, divê helwesteke bi biryar û zelaltir derkeve pêş. Em bang li welatên Ereb û gelê Ereb bi hemû pêkhateyên wê dikin ku divê bizanin gefa herî mezin li ser yekitî û ewlekariya xaka Sûriyeyê, dewleta Tirk e. Îro her kes dibîne ku dagirkeriya Tirk bi hincetên pûç hewl dide zêdetir xaka Sûriyeyê dagir bike. Em bang li hemû kesên bi yekitî û serweriya xaka Sûriyeyê re mijûl in, bila li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestên zelaltir nîşan bidin.”