Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin 2024-12-19 16:04:51   AMED - Tehliyeya Mehmet Alî Taşli ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin, ji bo salekê hate taloqkirin.    Mehmet Alî Taşli (58) ku di sala 1994an de li Amedê hate binçavkirin û girtin niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de tê ragirtin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya girtîgehê tevî ku Taşli cezayê lê hatiye birîn qedandiye û diviyabû 21ê Kanûnê hatibûya berdan, berdana wî salekê dirêj kir.   Xwişka Mehmet Alî Taşli, Gul Taşli têkildarî mijarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî. ( https://ajansawelat.com/berdana-tasli-ye-30-sal-in-girti-ye-saleke-direj-kirin/ ) Gul Taşli, da zanîn ku kekê wê di 18’ê Kanûnê de li ser telefonê bi wan re axiviye û wiha got: “Me amadekarî dikirin ku biçin bînin. Lê mixabin duh li me geriya û got ku tehliyeya wî salekê hatiye dirêjkirin. Bavê min her deqîqe û saniyeyê li benda kekê min ma. Lê hêviya me şikandin. Ev 30 sal in em li bendê ne.”    ÎTÎRAZ KIRIN   Gul Taşli, diyar kir ku dayika wê bi hesreta dîtina kurê xwe jiyana xwe ji dest daye û wiha bi dawî kir: “Dayika min ji hesretê mir û bavê min jî nexweş û kal e. Me got belkî derkeve û pê re hinek dem derbas bike. Lê ew jî nebû. Em dizanin ya ku tê kirin zilm û bêedaletî ye. Parêzer, ji bo betalkirina biryarê daxwazname da û îtîraz kir. Em dixwazin rayedar guh bidin vê îtîrazê. Bila girtiyên dema xwe temam kirin bên berdan.”