Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin 2024-12-23 14:01:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan êrişa li derdora Bendava Tişrînê têk birin û li gundên derdorê operasyona paqijkirinê dane destpêkirin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bi taybet jî êriş li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û derdora wan tê kirin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dawî yên li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê êrişeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li nêzî Bendava Tişrînê têk birin. Hêzên me li gelek gundên derdora bendavê ku çete wek jêdera êrişên li dijî hêzên me bi kar dianîn, operasyona lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin. Operasyona lêgerînê dewam dike. Di nava refên çeteyan de alozî çêbûye. Li derdora Pira Qereqozaqê jî erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat teqandin.”