Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-12-23 14:57:45 AMED - Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, der heqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin.  Bi hinceta parvekirina têkildarî zarokê li Colemêrgê bi lêdanê hatibû binçavkirin, derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin. Di meha Nîsanê de îktîdarê hewl da qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bike û li ser vê yekê li Colemêrgê jî çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiya li Colemêrgê de zarokek ji hêla gelek polîsên sivîl ve hate derbkirin û piştre hate binçavkirin. Rojnameger Medîne Mamedoglû jî dîmenên têkildarî wê kêliyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, derheqê Medîne Mamedoglû de bi îdiaya “Yekser gel sor kiriye ku bi qanûnan nekin” lêpirsîn hate destpêkirin.    Medîne Mamedoglû, tevî parêzerê xwe Resûl Tamur li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfade da. Di îfadeya xwe de got ku parvekirina wê dikeve ber xebatên pîşeyî û îdiayên derheqê wê de tên kirin red kir.