ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-25 09:00:12   * Di sala 2024’an de ku bi sedan jin hatin qetilkirin, rê û çareseriya jinên ku li dijî şer, tecrîd, îstîsmar, koçberî, qetilkirina zarok, sewal û xwezayê dest ji berxwedana xwe bernedan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” şênber bû.   * Sevîm Encû ku di Komkujiya Roboskê de 2 birayên xwe winda kir û hevjînê wê jî birîndar bû, diyar kir ku hevjînê wê Servet Encu tekane şahidê dozê ye û wiha got: “Lewma her tim zext li hevjînê min kirin. Mala me hate gulebarankirin, ji ber zextan me ji gundê xwe bar kir. Lê dîsa jî hevjînê min dev ji dozê berneda.”    * MEDYA-DER hedef dike ku di sala nû de ji bo zarokan poleke nû veke û hejmara xwendekaran derxîne ser 100 kesan.    *Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê û Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslim wiha got: “Heke Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne û polîtîkayên cihêkariyê bi dawî bike, em dikarin bi Colanî re li hev bikin.”    * Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Jorge Pînto ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da got: "Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê bibe alîkar ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd."   * Tirkiyeya ku bi komkujiya Dêrsim û Zîlanê re ji damezrandina xwe heya niha li hemberî Kurdan hiqûqa şer binpê dike, piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê careke din bal kişand ser sûcên şer yên ku dike.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari beriya civîna bi hevşaredaran re ya li Enqereyê dê daxuyaniyê bide. (10.00) ZINDΠ   *  Çalakiyên nobetê yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Qamişlo û Kobanê hatine destpêkirin dê bidomin. (12.00-16.00) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD’a Mêrsînê dê têkildarî komkujiyên di meha Kanûnê de hatine kirin li Parka Ozgur Çocukê daxuyaniyê bide. (12.30)