Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da 2024-12-25 10:36:17 STENBOL - Di danişîna biryarê ya doza girtina GOÇÎZDER’ê de dadgehê biryara girtina komeleyê da.  Danişîna biryarê ya doza girtina Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li 15’emîn Dadgeha Giştî Hiqûqê ya Edliyeya Bakirkoy a Stenbolê hate lidarxistin. Parêzerên komeleyê û rêveber di danişînê de amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzerê komeleyê Ahmet Baran Çelîk bi bîr xist ji ber ku rêveberên komeleyê bi îdiyaên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tên darizandin lewma doza girtinê li komeleyê hatiye vekirin. Çelîk, got ku ev dozên derheqê endamên komeleyê de hatine vekirin bi beraetê biencam bûne û wiha domand: “Di îdianameyê de beşên darayî hene ku bingeha îdianameyê ne. Lê tevahiya pereyan bi awayekî legal hatine şandin. Maqbûzên wan jî me pêşkeşî we kirin. Lê belê ji bo bingehê amade bikin, kes hatine krîmînalîzekirin.”    ‘ŞERT Û MERC ÇÊNEBÛNE’    Çelîk, wiha domand: “Komele, ji bo sedemên koçberiyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên koçberan hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de alîkariyê ji Yekitiya Ewropayê (YE) digire. Weşanên derdixîne hene. Hinek têgehên di weşanê de weke hinceta girtinê hatine nîşandan. Hinek têgeh jî têgehên mexdûrên koçberiyê ne. Qeydên telefonan jî têkildarî jiyana wan a taybet de ne. Fikrên xwe yên şexsî dibêjin. Herî dawî jî di rêziknameya me de koçberiya navxweyî û derveyî bi eşkereyî tê gotin. Lê heta armanca me ya rêziknameyê jî di îdianameyê de xelet hatiye destnîşankirin. Dema em li van tevan dinêrin, dibînin ku şert û mercên ji bo girtina komeleyê çênebûne. Lewma em dixwazin biryara redkirinê were dayin.”    Dadgehê piştre biryara xwe ragihand û biryara girtina GOÇÎZDER’ê da.    Hinceta girtina komeleyê dê di rojên pêş de were eşkerekirin.