Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in 2024-12-28 10:10:43   AMED – Welatiyên li Amedê bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin, "Wan heqîqet nivîsandin, lewma em deyndarê wan in."   Dema dewleta tirk û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li cihê bûyerê êriş dişopandin, di 19’ê kanûnê de bi Balafira Bêmirov a Çekdar (SÎHA) hatin qetilkirin. Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamegeran dewam dikin.   Gelê Amedê têkildarî qetilkirina rojnamegeran nêrînên xwe parve kirin.   BERTEKA LI DIJÎ BÊDENGIYÊ    Welatiyê bi navê Mehmet Ozçoban anî ziman ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî qirêj tê meşandin, armanca van êrişan dagirkeriyê ye û divê gelê kurd bêdeng nemîne.  Ozçoban bertekên xwe wiha anî ziman: "Em ê heta kengê li hemberî van hovîtî bêdeng bimînin?  Tirkiye li Rojava çi dike? Çeteyên li Sûriyeyê bi destê Tirkiyeyê li wir in. Ma ew vê nizanin? Divê em li hemberî şahidî û zilmê bêdeng nemînin.  Bila destk nedin Rojava."   ARMANC KOMKUJÎ YE    Welatiyê bi navê Mehmet Hanîfî Kırar jî bal kişand ku bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got armanc qirkirin e û wiha axivî: “Yên ku polîtîkayên qirkirinê dimeşînin, ne mirovahî in, ne wijdan û ne jî exlaqê wan heye. Divê em bi hev re li hemberî vê yekê bisekinin. Bêdengî teslîmbûn e. Yê ku bêdeng dimîne ew e ku zilmê li xwe, gelê xwe û welatê xwe dike. Armanca êrîşa li ser Rojava teslîmbûna vî gelî ye.”   QETILKIRINA ROJNAMEGERAN   Kirar bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn da û wiha axivî: “Ji ber ku nûçeyên derew diweşînin em televîzyonên tirkan temaşe nakin. Rojnamegerên ku hatin qetilkirin rastî ji me re radigihandin. Em bi hezaran car spasdarê wan in. Keda wan pir e û wan gelek ked dan. Wan heqîqet nivîsand ji ber vê em deyndarê wan in.”   Ji welatiyan Behçet Fîlîz bang li serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û bi bîrxist ku lîderên hebûna kurdan nas nekirine yek bi yek têk çûne û wiha got: “Erdogan û çete çiqas êriş dikin bila êriş bikin. Serkeftin a gelê kurd e.”   BANGA YEKITIYA NETEWEYΠ   Faruk Gunduz anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê êriş tên meşandin, divê gelê kurd li hemberî vê yekê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne. Gunduz gotina helbestvanê Kurd Cegerxwîn a “Eger em nebin yek, em herin yek bi yek” bi bîr xist û wiha got: “Dema kurd bibin yek, dewleta dagirker wê nikaribe li Rojava ti encamekê bi dest bixe. Ev 100 sal in zilm li gelê kurd tê kirin. Jinên kurd bi sirûdên xwe yên li Kobanê bi ser ketin. Ez bawer dikim ku ew çete dê careke din li Rojava têk biçin."   Azad Dagsal jî wiha got: “Li Rojava rojnameger tên qetilikirin. Şer dê heta kengê dewam bike. Em azadiya xwe dixwazin.”   ‘HIQÛQEKE ŞER JÎ HEYE’   Welatiyê bi navê Cengîz Yakat da zanîn ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) berê di lîsteya terorê de dihat nîşandan û niha jî hewl didin wek nerm nîşan bidin û wiha axivî: “Tirkiye bi êrîşa li ser Rojava dixwaze li wir dewleteke li gorî xwe ava bike. Di şer de hiqûqek heye. Şerê li Sûriyeyê dê bandora xwe li vir jî bike. Kuştina rojnamegeran, îdeolojiya wan û aliyê kê be jî nayê qebûlkirin. Rojnameger ji ber li gorî wan tevnagerin tên qetilkirin. Em îro tiştên ku diqewimin ji rojnamegeran hîn dibin. Rojnamegerên li hemû cîhanê divê rastî êrîşan neyên û vê yekê herî baş jî dewlet dizane.”