'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e' 2024-12-29 10:45:49 MÊRDÎN – Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo û gotin, "Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e. Divê kes li mala xwe bi rehetî rûnenê." Li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, kete roja 17’an. Dayikên Aştiyê yên ji bajarên cuda hatin û piştgirî dan çalakiya nobetê, bertek nîşanî bêdengiyê dan   ‘BILA ŞER BI DAWÎ BIBIN’   Ji dayikan Kurde Ataç diyar kir ku divê êrîş di demek herî zû de rawestin û wiha got: “Em dixwazin rondikên dayikan rawestin. Em dibêjin êdî bes e. Em pêvajoyeke ku her roj xerabtir dibe dijîn. Jin û zarokên me dikujin. Em li ser axwa xwe, li welatê xwe dijîn. Ez fêhm nakim ku ev doz li ser çi ye. Banga min; bila şer bi dawî bibin.”   ‘ROJAVA DARA JÎNÊ YE’   Hatun Çetînkaya anî ziman ku divê tu kes li hemberî êrîşan bêdeng nemîne û bi rihetî li malê razê û wiha axivî: “Em li dijî zilmê, aştiyê dixwazin. Em dixwazin cîhan azad bibe. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li dijî zilma li Rojava tê kirin bibin yekdeng. Li hemberî van êrîşan bêdeng mayîn şirîkatiya sûc e. Divê kes bi rihetî li malê rûne. Bijî şoreşa Rojava. Rojava dara jiyanê ye û pêwîste em hemû li Rojava xwedî derkevin. Divê her kes zarok, şehîd û pêşengên xwe xwedî derkeve.”   ‘BILA DERIYÊ SÊMALKA BÊ VEKIRIN   Sînem Emîr da zanîn ku ji bo li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe mertal beşdarî çalakiya nobedê bûne û wiha axivî: “Divê êdî zarokên me jiyana xwe ji dest nedin. Ez jî Barzanî şermezar û lanet dikim. Divê deriyê sînor ê Sêmelka veke da ku alîkarî bigihêje gel. Rojava warê me ye. Me ji bo Rojava gele şehîd û bedel dan. Em neçar in wê derê biparêzin. Ger hewce bike em ê biçin wê derê.”   Sînem Emîrî hişyarî da malbata Barzanî ger li dijî erişan helwest negire dê Başûr jî bikeve talûkeyê û wiha berdewam kir: "Barzanî niha bi agir dilîze. Ger Rojava têk biçe dê ew jî winda bike. Ew jî vê yekê baş dizane. Ji ber ku yên îro êrîşî Rojava dikin, dê sibê êrîşî wî jî bikin. Dikare deriyê Sêmalka bide vekirin lê ji ber tirsa Tirkiyeyê deriyî sînor venake. Banga min ew e ku her kes were vir û piştgiriyê bide nobedê û dengê xwe bigihîne Rojava. Em ê heta dawiyê li vir bin."