Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin 2024-12-30 11:03:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li Nisêbîn, Pirsûs û Hatayê meş bên lidarxistin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrişan, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Pirsûs a Rihayê çalakiyên nobetê hatibûn destpêkirin û çalakî didomin.    Hat zanîn ku dê di serê meha Çileyê de çalakiyên li ser sînor bi girseyî bên ziyaretkirin. Li gorî agahyên hatine bidestxistin; di 2’yê Çileyê de dê çalakvanên di nobeta ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de bi girseyî bên ziyaretkirin û ber bi sînor ve meş were lidarxistin. Di 3’yê Çileyê de jî dê nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê bi girseyî bê ziyaretkirin û ber bi sînor ve meş bê lidarxistin.    Di 4’ê Çileyê de jî li Hatayê dê meş bê lidarxistin û çalakiya nobetê bê destpêkirin. Di çalakiya nobetê ya li vê derê de her wiha dê li dijî êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê bên protestokirin.    Tê payin ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî çalakiyên di 2, 3 û 4’ê Çileyê de bibin. Her wiha tê payin ku hêzên ked û demokrasiyê û nûnerên rêxistinên Elewiyan jî tev li çalakiyan bibin.