‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye' 2024-12-30 12:03:05 RIHA - Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran diyar kirin ku ji bo çareseriyê pêdivî bi fikrên Abdullah Ocalan heye û xwestin ku ji bo Abdullah Ocalan rola xwe bilîze şert û mercên guncav bên amadekirin.  Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Nîqaşên têkildarî hevdîtinê didomin. Kesên beşdarî çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin bûn, têkildarî hevdîtinê axivîn.    ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’     Ji rêveberên Enstîtûya Kurdî Adil Ercan ku ji Amedê beşdarî çalakiyê bûye, anî ziman ku rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe. Ercan, wiha got: “Hevdîtin, ji bo me mizgîniyeke mezin e. Zêdetirî 50 sal in şer didome. Bidawîbûna vî şerî tekane daxwaza me ye. Heke şer bi dawî bibe dê aştî bê vê xakê. Lewma ev hevdîtin girîng e. Em hêvîdarin ku hevdîtin bidomin. Ji me çi were xwestin em amade ne piştgiriyê bidin. Di destê me de ne çek ne jî bombe hene. Em dixwazin her kes li ser xaka xwe di nava aştî û aramiyê de bijî. Li ku derê şer derkeve em li dij in. Êdî bes e. Dem dema aştî û azadiyê ye.”    ‘DIVÊ PÊŞIYA BIRÊZ OCALAN WERE VEKIRIN’     Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî diyar kir ku ev demekî dirêj bû ew li benda peyameke ji Îmraliyê bûn û wiha got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, Îmrali girîng e. Her kesî gotinên birêz Ocalan mereq dikir. Her kes bi rola sereke ya birêz Ocalan a di çareseriyê de dizane. Ji bo çareseriya pirsgirêkan çendek navnîşan hene, ya sereke jî Îmrali ye. Birêz Ocalan, ne tenê ji bo pirsgirêkên li Kurdistanê lê ji bo çareseriya pirsgirêkên li seranserî Rojhilata Navîn dikare roleke sereke bilîze. Ji bo vê jî divê rêya wî were vekirin. Lewma divê tecrîd tavilê were kirin. Dewletê gavekî biçûk avêt, divê ev gav bên mezinkirin. Divê rê bidin birêz Ocalan ku bikare nêrînên xwe bi rehetî bibêje. Ji bo çareseriyê, pêdiviya me bi fikrên birêz Ocalan heye.”    ‘DIVÊ QADA HEWAYÎ JI BALAFIRÊN ŞER RE BÊ GIRTIN’    Bi domdarî Fîdan bal kişand ser êriş û gefên li ser Kobanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “10 sal berê em li ser sînorê Kobanê bûn. Kobanê, li dijî barbariyê mertalekî saxlem e. Gelê Kurd çawa ku 10 sal berê DAIŞ li Kobanê têk bibire û rûmeta mirovahiyê parastibe, îro jî ji bo wê li ber xwe dide. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li vê berxwedana birûmet derkevin. Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe mînak. Pêşeroja hemû gel û baweriyan girêdayî xwedîderketina li Rojava ye. Divê gelên cîhanê xwedî li Kobanê derkevin. Divê Kurd jî demildest yekitiya xwe pêk bînin. Hewceya demek beriya demekî qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firîna balafirên şer bê girtin. Divê balafirên şer êdî nekarin li Rojava sivîlan qetil bikin. Divê pêşiya vê were girtin. Divê hêzên navneteweyî ji bo vê bilezûbez bikevin nava tevgerê.”    ‘JI BO AŞTIYA BIRÛMET HÊZA ÇARESERIYÊ YE’      Gerînendeyê Giştî yê Weşanên Payîzê Jêhat Rojhilat jî bi lêv kir ku di daxuyaniya duh a têkildarî hevdîtinê de peyama aştiyê derketiye pêş û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd her tim daxwaza aştiyê kiriye. Lewma peyama ji Îmraliyê dê bandoreke mezin bike. Di peyamê de ji bo Meclisê, Bahçelî û dewletê bang hatiye kirin. Birêz Ocalan careke din nîşan da ku ji bo aştiyeke birûmet, hêza çareseriyê ye.”    Bi domdarî Rojhilat bi bîr xist ku êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û wiha got: “Kurdistan bi sînorê çêker dabeşî çare parçeyan hatiye kirin. Li her du aliyên sînor jî xizmên hev hene. Ev gel ji hev qut nabe. Dema li aliyê din ê sînor şer heye de divê kesek li bendê nebe kesên li vî aliyê sînor li mala xwe rûnin. 10 sal berê jî xelkê li vir bertekên xwe yên demokratîk nîşan da û encam bi dest xist. Divê nivîskar û rewşenbîr ku wijdana civakê ne, li dijî van êrişan bertekên xwe nîşan bidin. Zanyarê Filistînî Edward Saîd di sala 2000’an de di çalakiyê de kevir avêtibû leşkerên Îsraîlî. Dema sedema vê jê hatiye pirsîn jî wiha got; ‘Heke rojekê zarokê min pirsa ‘Bavo te di şer de çi kir?’ ji min kir, ez ê bikarim bibêjim min kevir avêtin alçaxiyê, neheqiyê.’ Edward Saîd kevir avêt û aliyê xwe diyar kir. Divê nivîskar û rewşenbîr jî ji bo aştiyeke birûmet pênûsa xwe bi kar bînin.”    ‘GOTINÊN OCALAN JI BO AŞTIYÊ PÊWÎST IN’      Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî got ku dê hevdîtina li Îmraliyê bandoreke mezin bike û wiha got: “Ji bo şer bi dawî bibe û her kes bi aram bijî, ev peyam girîng e. Gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayinde pêwîst in. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerek heye. Li wir rojnameger û sivîl tên qetilkirin. Herî dawî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin. Ji bo qetilkirina rojnamegeran bi dawî bibe, êrişên ser zarokan bi dawî bibin, ji bo agirê li Rojhilata Navîn vemire, hevdîtinên li Îmraliyê hatine kirin û tên kirin girîng in. Ji bo parastina destkeftiyên Kurdan divê em bi hev re tevbigerin. Ji bo peyama ji Îmraliyê hatiye dayin bigihije cihên pêwîst û bikevin meriyetê, girîng e ku em bi hev re tevbigerin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di demên berê de gotibû; ‘heke şert û merc ava bibin ez dikarin pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.’ Her tim bal kişand ser diyalogê. Birêz Ocalan, li dijî neteweperestî û nîjadperestiyê, peyama pêkvejiyanê da. Weke rojnameger em hêvî dikin ku ev peyam bibe wesîleya aştiyeke mayinde.”    ‘ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK E’     Siyasetmedar Hasan Ozguneş jî da zanîn ku peyama ji Îmraliyê di serî de îktîdara AKP-MHP’ê ji bo tevahiya partiyên li Meclisê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di peyamê de tê gotin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, ji bo jinûveavakirina biratiya Kurd-Tirkan divê şer bi aştiyeke birûmet bi dawî bibe. Ev hevdîtina piştî demekî dirêj hatiye kirin biqedr e. Mafên birêz Abdullah Ocalan hene lê heta niha rê li ber girt ku van mafên xwe bi kar bîne. Li Rojhilata Navîn krîzek heye. Ji ber pevçûnên li Tirkiyeyê, krîza ev 40 sal in didome derbasî qonaxeke krîtîk bûye. Heke çareserî pêş nekeve dê ev krîz bikeve rêyeke jêneveger. Dewletên emperyalîst dixwazin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Dewletên li ser zîhniyeta yek al, yek ziman, yek ol û hwd. hatin avakirin, êdî tu jiyanê pêşkeşî gel nakin. Êdî dema guherandina van hatiye. Banga birêz Ocalan û neteweya demokratîk dikare ji van pirsgirêkan re bibe derman. Divê hem gel, bawerî, jin û kedkar azad bibin. Bangawaziya birêz Ocalan di serî de ji bo AKP’ê ye lê weke giştî ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn e. Heke pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, ev yek dê ji bo Rojhilata Navîn bibe modêlek. Bûdçeya ji bo şer tê veqetandin dê ji bo jiyaneke mirovane were veqetandin û dê refaha gel bilind bibe. Heke ji bo vê krîzê çareseriyek neyê peydakirin, pergal mehkûmî tunebûnê ye.”    MA / Emrullah Acar