Li Şamê lîstikên dewleta tirk 2024-12-30 13:07:28 KOBANÊ - Hat zanîn ku Tirkiye hewl dide DAIŞ’iyên di nava komên paramîlîter de hatine bicihkirin, di nava Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî de bi cih bike û ji bo HSD li herêmên cuda belav bike jî zextê li HTŞ’ê dike.  Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ), Şam û îktîdar bi dest xist. Ji bo rewabûna xwe jî gelek hevdîtinan dike. Hat zanîn ku bi arastekirina Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) tê xwestin ku 8 hezar DAIŞ’iyên di nava komên paramîlîter ên SMO’yê de hatine bicihkirin, di nava Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî de bi cih bike û bi vî awayî wan rewa nîşan bide.    Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Şamê bi Colanî re hevdîtin kiribû. Piştî vê hevdîtinê, Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Şamê hate vekirin û li kêleka wê jî Odeya Îstîxbaratê ya Hevpar a HTŞ û MÎT’ê hate avakirin. Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta AKP-MHP’ê Hakan Fîdan a li Şamê jî li balafirgehê û cihên stratejîk ên aydê rejîma Esad, navendên biryargehan hatin avakirin. Di serî de xetên telefonan ên Sûriyeyê, li gelek navendên ragihandinê, ji bo xebatên îstîxbaratê endamên MÎT’ê hatin bicihkirin.   HEWLDANA REWAKIRINA DAIŞ’Ê   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Tirkiyeyê di 25’ê Kanûna 2014’an de li ser MÎT’ê fermaneke nû ji Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî ya di bin kontrola HTŞ’ê de re şand. Hat zanîn ku Tirkiyeyê di fermanê de xwest ku 8 hezar DAIŞ’iyên di bin sîwana HTŞ û SMO’yê de hatibûn bicihkirin û li bajarên Tirkiyeyê li kampên leşkerî yên taybet hatibûn perwerdekirin, di nava Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî de bên bicihkirin.    Komên girêdayî HTŞ û SMO’yê ku DAIŞ’î di nav wan de hatine bicihkirin û niha MÎT dixwaze di Wezareta Parastinê de bên bicihkirin ev in: “Lîwa (Tugay) Ensar El Sîna, Artêşa El Sînayê, Tûgaya Saîd Bîn Ebu Weqas, Tevgera Nûredîn Zenkî, Ehrar El Şam (Hem girêdayî koma Hesen Sofan e hem jî koma Amir El Şêx), Feyleq El Rehman, Hêzên Cebhet El Cinubiya, Ceyş El Îza yên girêdayî Cemîl Salih, Ceyş El Nasir, Cebhet El Şamiye, Ceyş El Îslam ên di bin berpirsyartiya Biwêdanî de, Feyleq El Mecid, Firqeya 51’emîn, Siwar El Şam, Firqeya 9’an, Firqeya Sûltan Suleyman Şah, Firqeya El Hemza, Tûgaya Sûltan Mihemed El Fatih, Tûgaya 113’an, Ceyş El Nuxba, Sûltan Melîk Şah, Firqeya El Mutesîm, Ceyş El Şerqiye, Tûgaya Semerkandê û Tûgaya El Selamê.”   ZEXTA JI BER HSD’Ê   Li hêla din, dewleta tirk israr dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji holê bên rakirin. Di çarçoveya zextê de hat xwestin ku heke HSD ferz bike ku di nava artêşê de weke hêzeke cuda cih bigire, wê demê divê li herêmên cuda bê bicihkirin. Li dijî îxtîmala ku HSD xwe jinûve birêxistin bike jî hat xwestin ku destûr neyê dayin ku xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike û divê li cihên weke Hums, Hema û herêmên navîn û başûr bên bicihkirin.    SMO: TIRKIYE ME DIXAPÎNE   Dewleta tirk, beşekê komên SMO’yê yên girêdayî xwe di êrişên ser Minbic, Tişrîn û Qereqozaqê û sînorê Kobanê de bi kar tîne. Li gel ku soz dabû endamên SMO’yê yên li Serêkaniyê, Girê Spî û Cerablusê ku piştî hilweşîna rejîma Esad dê wan bişîne herêmên lê dijiyan. Hat zanîn ku dewleta tirk ev soza xwe pêk ne aniye. Hat gotin ku beşekê SMO’iyan ên ku digotin Tirkiyeyê soza daye wan bi cih ne aniye, jê veqetiyane. Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê jî ferman ji tevahiya fermandarên van koman re şandiye û jê re gotiye ku ew înîsiyatîfê didin wan ku her kesên hewl didin birevin bikujin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di serî de Serêkaniyê û Girê Spî, ji herêmên di bin kontrola dewleta tirk de heta niha 325 endamên SMO’yê reviyane û 10 kesên dixwestin birevin jî hatine kuştin.    Di heman demê de hat zanîn ku dewleta tirk ji bo aramkirina koma Ceyş El Îslamê ku bi dijberiya xwe ya HTŞ’ê tê zanîn, tevî berpirsyarên MÎT’ê ji Deriyê Bab El Hewayê derbasî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Helebê bûne û li vir bi berpirsyarên HTŞ’ê yên herêmê re civiyane.    LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER KOMA CEYŞ EL ÎSLAMÊ    Di civîna behsa xeberê ya bi pêşengtiya MÎT’ê de ji bo Koma Ceyş El Îslamê pirsgirêkan nederxîne, soz hate dayin ku hinek herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bidin wan. Hat zanîn ku koma behsa xeberê dê ne bi navê xwe lê bi navê Redîe El Îdwanê li van herêman cih bigire. Herêmên behsa xeberê jî ji hinek deverên Helebê dest pê dike û heta Dêr Hafir, Meskene û xeta Tebqayê didome. Li gorî agahiyên çavkaniya nûçeyê dane; Koma Ceyş El Îslamê ditirse ku ev soz lîstikeke li dijî wan be. Kom ditirse ku li dijî Rêveberiya Xweser bên bikaranîn.    MA / Erdogan Altan