Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin 2024-12-30 13:08:42 STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.  Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.   HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN    Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.   BIRYARA QEDEXEYA DOMDAR   Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.   Bi biryara qedexeyê ya dawî re di nava 8 salan de bû cara 14’emîn ku ji bo 6 mehan hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran wî re tê qedexekirin.