Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin 2024-12-30 13:11:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Kaya li ser navê girtiyan daxuyaniyek weşand û banga xwedîderketina li Rojava li her kesî kir.  Girtiyên PAJK û PKK’î yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de tên ragirtin têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşandin û destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava wezîfeyeke esas e.    Li ser navê girtiyan, Denîz Kaya daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye: “Gelê me yê Rojava bi biryar in ku destkeftiyên azadiyê yên li Rojava bi fedayîtî û lehengiyên mezin hatine bidestxistin, biparêzin. Em berxwedana destanî ya gelê Rojava û hevrêyên xwe yên li eniyan li dijî gefa qirkirinê li ber xwe didin, silav dikin; li kuderê dibe bila bibe em ê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe yên şehîd û zarokên bi rûmet ên gelê xwe re bi berxwedana heta serketinê bidomînin.    TACA SERKETINÊ YA TÊKOŞÎNÊ   Felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn ronahiyeke hêviyê afirand û di şênberiya Şoreşa Rojava de veguherî meşaleya azadiyê û ji bo lêgerînvanên jiyana alternatîf, bûye îlham. Şoreşa Rojava bûye taca serketinê ya têkoşîna me ya 40 salan. Şoreşa Rojava di wê îdîa û biryardariyê de ye ku pirsgirêka azadiyê ya mirovahiyê çareser bike. Ev şoreş bûye serketina hemû gelên bindest a li hemberî modernîteya kapîtalîst. Şoreşa Rojava serketina herî binirx e ku şaristaniya demokratîk li dijî şaristaniya kapîtalîst bi dest xistiye. Serketina li Rojava, pêl bi pêl belav bû û xwedî karakterek welê ye ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike. Tirsa herî zêde ya hêzên şaristaniya kapîtalîst jî ev e. Destpêkê rêxistineke weke DAÎŞ’ê bi kar anîn, plan kirin li dijî gelê me qirkirinê pêk bînin û xwestin şoreşê tune bikin. Yên ku bi berxwedana bi heybet a gelê me têk çûne, di şexsê DAÎŞ’ê de hêzên qirker bûn.   ŞERÊ LI DIJÎ MÊTINGERAN   Piştî ketina rejîma BAAS’ê ya li Sûriyeyê, dewleta Tirk a mêtinger ji xwe re firsend dît û ji bo tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike, ket nava liv û tevgerê û dest bi êrîşan kir. Şerê ku diqewime, ne şerê Kurd-Tirk e, şerê hebûn-nebûnê yê di nava hêzên azadîxwaz û hêzên mêtinger de ye. Parastina şoreşê ya ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatî avakirin, wezîfeya esas a me hemûyan e. Gelê me yê ku bi sed salane şerê hebûn-tunebûnê dimeşîne, wê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de bi destkeftiyên xwe li ser dika dîrokê cihê xwe bigire. Roj, roja parastina yekîtî, berxwedan, parastina şoreşê û xwedî derketina li felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye.   EM AMADE NE TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME PÊK BÎNIN   Weke girtiyên PKK û PAJK’î mîna her tim em îro jî amade ne ku ji bo gelê xwe yê bi rûmet her tiştê bikin. Eger me di berxwedana Kobanê de wezîfeya xwe pêk anîbe, bila gumana ti kesê nebe em ê îro jî heman tiştê bikin. Weke girtiyan di serî de malbatên me yên berxwedêr, em bang li ciwanên fedayiyên Rêber Apo û gelê xwe yê welatparêz dikin ku em xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin; em her derê bikin qada berxwedanê û serhildanan mezin bikin. Car din em her kesê ji bo parastina Şoreşa Rojava têdikoşe, silav dikin û hêzên dagirker û mêtinger jî lanet dikin.”