Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin 2024-12-30 14:46:13 RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de axivî û wiha got: “Em ji bo peyama Rêbertiyê amade ne û divê xwedî li peyama Rêbertiyê bê derketin.”  Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûs a Rihayê hatiye destpêkirin, di roja 8’an de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn.    Di nobetê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin û daxuyanî hate dayin.    JI BO MEŞA PIRSÛSÊ BANG KIRIN   Nûnerê MEBYA-DER’ê yê navçeya Xana Axpar a Amedê Ridvan Oncel diyar kir ku 10 sal berê li ser sînorê Kobanê bûn û wiha got: “Em, ji bo komkujî çênebin hatin vê derê. Em her kesî vedixwînin meşa ku dê di 3’yê Çileyê de li Pirsûsê bê lidarxistin.”    PEYAMA ÎMRALIYÊ   Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî got ku piştevaniya wan a bi gelê Kobanê re dê bidome û ev tişt anî ziman: “Divê çeteyên Erdogan xwe ji Rojava bikişîne. Di hevdîtina duh a li Îmraliyê de Rêbertiyê peyameke girîng şand. Em jî ji bo peyama hatiye şandin amade ne. Divê xwedî li peyama Rêbertiyê bê derketin. Heta ku Rojava azad dibe jî em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Me çawa ku di sala 2014’an de bi ruhê Kobanê li ber xwe da, em ê dîsa li ber xwe bidin.”    Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.