Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin 2024-12-30 16:09:08 STENBOL - Bi pêşengtiya MKG û DFG’ê ji bo piştevaniya bi 7 rojnamegerên girtî re pirtûk û qertên sala nû hatin şandin.  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin. Rojnamegerên ku li Stenbolê xwestin vê komkujiyê şermezar bikin, rastî êrişa polîsan hatin û 7 rojnameger hatibûn girtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî ji bo piştevaniya bi 7 rojnamegeran re pirtûk û qertên serê salê şandin girtîgehê.    Gelek rojnameger hatin gel hev û ji bo şandina pirtûk, name û qertan amadekarî kirin. Rojnamegerên li pêşiya Şaxa PTT’ê ya Beyoglûyê hatin gel hev, ji vir qert, pirtûk û name şandin girtîgehê.