Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn 2025-01-04 15:46:25   ŞIRNEX- Jinên siyasetmedar Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di qedexeyên derketina dervê ya Silopiyayê de hatibûn qetilkirin di 9’emîn  salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hatin bibîranîn.    Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di navbera salên 2015 û 2016'an de, qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di qedexeya derketina derve de, endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar di 4'ê Çileya 2016'an de ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Her 3 jin di 9'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Nûhê hatin bibîranin.    Malbatên Sêvê Demîr, Pakîze Nayır, Fatma Uyar, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Şirnex û navçeyên wê yên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Parti Halide Turkoglu, Parlamentera DEM Partî ya Sirnexê Newroz Ûysal Aslan û gelek kes tevlî bîranîne bûn.    'TÊKOŞÎNA WAN MEZIN BIKIN’    Girsê li ber deriyê goristanê bi meş çûn ser gorê. Li ser gorê dua hatin xwendin û piştrê jî parlamentera DEM Partî Newroz Ûysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan anî ziman ku goristana Şirnexê bîra civakê yê û ev tişt gotin: "Ew goristan ji bo bîranîn û fehmkirina têkoşîna wan a heqîqetê ye. Îro bi hezaran kes li her derê cihanê vê heqîqetê belav dikin. Em li ser vê gora wan dibêjin ku têkoşîn û lêgerîna wan a heqîqetê li Parîse heta Silopî û Kobanê hatinê qetilkirin em ê bigihînin armancê. Em li ber mîrateya wan bejna xwe ditewînin. Têkoşîna wan a heqîqete wê armanca me be."    Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr jî axivî û wiha got: "Em ji rêyedarên dewletê re dibêjin firsendeka ketiye destê wê ji dest xwe bernedin. Em ê aştî bînin vî welatî."   Piştî axaftinan bîranîn danîna qurnefîlan li ser goristanê ve bi dawî bû.